Li Rojhilat û Belûcistanê pêla darvekirin, girtin û kuştinê 2026-05-30 14:19:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengên nerazî hawîrdora şer bikar tîne. Li gorî raporê, girtin, cezayên dijwar û darvekirinên siyasî piştî pêşketinên leşkerî yên dawî zêde bûne.   Bi atmosfera ewlehiyê ya ku ji ber şerê li Îranê çêbûye, Rojhilat û Belûçistan careke din bûne navendên darvekirin, binçavkirin û şîdeta ji aliyê dewletê ve tê piştgirîkirin. Rêxistinên mafên mirovan di çar rojên dawî de gelek binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî welatiyên Kurd û Belûç ragihandine, darvekirin bi dizî têne kirin û malbat rastî zextek giran tên.   Ev doz piranî bi tohmetên "sîxurî li ser navê Îsraîlê", "çalakiya leşkerî", "çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî" û "hevkariya bi komên muxalefetê re" ve girêdayî ne, lê fikarên cidî di derbarê nebûna şefafiyetê di pêvajoyên dadwerî de û karanîna îtîrafên bi zorê de dimînin.   Li Dalaho kuştina du birayan   Di sibeha 29’ê Gulana 2026’an de, ji aliyê Yekîneya Îstîxbarata Pasdarên Şoreşa Îranê ve li gundê Qela Kehuş ê navçeya Dalaho ya parêzgeha Kirmaşanê du çalakvanên Yarsan ên Kurd Mojtaba Veysî û Meysem Veysî hatine gulebarankirin û kuştin. Tê ragihandin ku her du bira ji ber çavdêriya hêzên ewlehiyê piştî xwepêşandanên Çileya 2026’an xwe veşartibûn.   Fershad Hatemipur, ku di dema operasyonê de jî li herêmê bû, hîn jî winda ye. Her wiha hat ragihandin ku Sejad Veysî, ji heman malbatê, bi tohmeta "şerkirinê" di bin gefa darvekirinê de ye.   Kolber raste rast dibin hedef   Hat ragihandin ku karkerê sînor ê Kurd (kolber) li Serdeştê Rojhilat piştî ku ji ber gulebarana hêzên ewlehiyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku di salên dawî de, tevî ku bêçek bûn jî, bi dehan kolber rasterast bûne hedef.   Darvekirin û zext li Belûçistanê zêde bûne   Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku gelek darvekirin ji ber qutbûna înternetê û sansurê ji raya giştî têne veşartin. Hat ragihandin ku girtiyek Belûç ê ji Zahedanê li Zindana Vekilabadê ya Meşhedê bêyî agahdarkirina malbata xwe hatiye darvekirin û girtiyekî siyasî yê Belûç ê din li Zindana Navendî ya Zahedanê bêyî ku serdana dawî jê re were kirin hatiye darvekirin.   Li gorî rêxistinên mafên mirovan, tenê di sala 2025’an de li Îranê herî kêm 143 welatiyên Belûç hatine darvekirin.   Kuştinên jinan   Li Çabaharê, li ser mala jineke Belûc êrîşeke çekdarî pêktê û jinek tê kuştin yek jî birîndar dibe. Li gorî agahiyan, yek ji niştecihên malê hat revandin û cihê wan nayê zanîn. Li herêma Şîrabad a Zahedanê, cenazeyê keçeke nêzîkî 16 salî hat dîtin ku nîşanên lêdaneke giran lê bûn.   Vegera polîtîkayên salên 1980’î   Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku bikaranîna berfireh a tohmetên wekî "sîxurî", "şer" û "çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî" di demên dawî de armanc dike ku nerazîbûnê bêdeng bike û di civakê de tirsê biafirîne. Rêxistin, destnîşan kirin ku Kurd, Belûc, malbatên ku li rastiyê digerin û çalakvanên civaka sivîl bi taybetî têne hedefgirtin, hişyar kirin ku pêkanînên heyî polîtîkayên tepeserkirinê yên berfireh ên salên 1980’an tînin bîra mirov.