Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê 2026-05-29 15:36:15   ÎZMÎR - Li Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ji ber Cejna Qurbanê bernameyeke pîrozkirina cejnê hat lidarxistin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê, ji ber Cejna Qurbanê bernameyeke pîrozkirina cejnê li dar xist. Bername li Avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat û Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên navçeyan ên DEM Partiyê, nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî bûn.   Pîrozkirina cejnê piştî axaftina nûnerên saziyan bi dawî bû.