Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xwezayê 2026-05-29 14:13:45   DÊRSIM - Li gundê Gurik ê navçeya Pilemora Dêrsimê, parêzvanên xwezayê û xelkê herêmê li dijî projeya madenê ya şîrketa Dimin Madencilikê çalakî pêk anî. Çalakvanan destnîşan kirin ku proje polîtîkayeke qirkirina xweza û bêmirovkirinê ye û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin talana şîrketên.   Êrişên pergalê û şîrketên sermayedariyê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê û xwezaya wê bê navber didomin. Li dijî van êrişan, berxwedana gel jî mezin dibe. Li gundê Gurik ê navçeya Pilemora Dêrsimê, li dijî projeya madenê ya şîrketa Dimin Madencilikê ku wê bibe sedema tunekirina xwezayê, çalakiyeke hate lidarxistin.   Gel xwedî li xwezaya xwe derdikeve   Bi banga Komeleya Hawirdorê ya Munzurê û bi tevlîbûna xelkê gundê Gurik û gundên derdorê, li qada ku tê xwestin maden lê bê vekirin daxuyaniyeke girseyî pêk hat. Welatiyên ji gund, bajarok û navçeyên derdorê jî ji bo xwedîderketina li çiya, av, zozan û qadên xwe yên jiyanê herikîn qada çalakiyê.   ‘Polîtîkaya koçberkirin û bêmirovkirinê ye’   Li ser navê Însiyatîfa Gurik û Gundên Derdorê Ugur Tepe daxuyaniya hevpar xwend. Tepe diyar kir ku ev proje ne tenê talankirina xwezayê ye, di heman demê de polîtîkayeke bêmirovkirinê ye ku armanc dike gelê herêmê ji warê wan bide koçberkirin.   ‘Wargeha pezkoviya ne’   Tepe bi bîr xist ku qada madenê li gorî Peymana Bernê qadeke parastî ye û destnîşan kir ku ev herêm warê jiyanê yê pezkovî, hirç, waşeq û parsên Anatoliyayê ye. Her wiha Tepe anî ziman ku di heman sînorên mêrgan de berê jî projeyeke kana krom û çînkoyê bi hinceta “wesfê mêrga baş” hatibû sekinandin û xwest ev biryara hiqûqî ji bo projeya nû jî bê bicihanîn.   ‘Dewlemendiyeke di lîteratûra cîhanê de nîne’   Tepe bal kişand ser dewlemendiya ekolojîk a Hewzaya Munzurê û Çiyayê Helê û ragihand ku di xebatan de li herêmê zêdetirî 2 hezar û 250 cureyên nebatan hatine tespîtkirin. Tepe destnîşan kir ku di analîzên li ser mêşvaniyê de cureyên polenên endemîk ên ku hê di lîteratûra cîhanê de cih negirtine hatine dîtin.   Li ser mijarê Tepe diyar kir ku xebatên madenê demkî ne, lê heywandarî û mêşvanî ji bo gelê herêmê şêweyekî jiyanê yê mayînde ne. Tepe bi gotina, “Ev ax, ji zêr bi qîmettir e” balkişand ser bedewiya xwezaya Dêrsimê û ragihand ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Bivirê li çiyayê me, derba li paşeroja me ye’   Li ser navê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Xatûn Esen jî axivî û diyar kir ku li her çar aliyên welêt li dijî talankirina xwezayê berxwedan didomin û têkoşîna li Gurikê jî parçeyekî vê berxwedanê ye. Esen da zanîn ku ew ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû zindewarên vê erdnîgariyê li qadê ne û wiha axivî: “Me bihîst ku şîrketên emperyalîst û taşeronê wan Dimin Madencilik dixwazin li vir madenê vebikin û xwezaya me qul bikin. Wekî ku li 81 bajaran dikin, dixwazin bi projeya talanê çiyayên me tune bikin. Em ê qet destûrê nedin vê yekê.”   ‘Texrîbatek venager li xweza dikin’   Esen diyar kir ku şîrketên madenê texrîbatên veneger li xwezayê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her qazmeya ku li van çiyayan bê xistin, derbeyek e ku li paşeroja me tê xistin. Ev proje wê av, ax û qadên me yên jiyanê jehrî bike.” Esen bang li her kesî kir ku li dijî talanê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin.