ROJEVA 27'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-27 09:00:00     *Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt der barê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  kiriye û bandora wê ya li gel de axivî û got: “Dewletê hîna gavên şênber navêtiye. Di alî çareseriya demokratîk de divê gavên wêrek bên avêtin.” DÎMEN HEYE    *Makbûle Atalan a 66 salî ya li gundê Bacinê ya Mîdyadê dijî der barê projeya GES’ê de ji ajansa me re axivî û got: “Em ji bo li dijî vê projeyê derkevin hatin vir. Bila her kes bê vir. Em bi hev re vê projeyê rawestînin.” DÎMEN HEYE    *Sadegul Korkutan ku 26 sal in wek Karkera Malê dixebite, da zanîn ku di pêvajoya xebitiye bi tu awayî sîgorteya wê nehatiye xebitandin û ji ber vê jî ewlehiya wan ya tendurisityê tuneye. Sadegul Korkutan ev tişt anî ziman: “Divê dewlet dengê me bibihîze. Divê statuyê bidin karkerên malê.” DÎMEN HEYE