Ji bo piştgiriya bi YPJ'ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin 2026-05-24 12:46:03   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo piştgiriya YPJ’ê çalakî hatin lidarxistin.   Di 22 û 23’yê Gulanê de, li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo naskirina şoreşa jinên Kurd çalakî hatin lidarxistin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî ji hêla Weqfa Yapawaira û navendên wê yên jinan ve hate lidarxistin.   Di axaftinan de behsa girîngiya rêxistina xweser a jinan, hebûna dijminê hevpar (zîhniyeta baviksalar) û îlhama ku ji prensîbên îdeolojiya rizgariya jinan hatî girtin, hate kirin. Her wiha li ser girîngiya parastina destketiyên jinên Rojava û bi taybetî jî yên YPJ'ê nîqaş hate kirin.   Pêşniyara ji Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê bal kişand û beşdaran nêta xwe ya dewamkirina kûrkirina diyalogê di wê çarçoveyê de nîşan dan.   Di çalakiyan de ku 2 rojan dewam kir, dîmenên ji bo tevlîbûna kampanyaya “Em hemû YPJ’î ne” hatin kişandin.