Zozan Çîçek hat tahliyekirin 2026-05-22 18:48:59   STENBOL- Zozan Çîçek a ku ji sala 2016’an ve girtî bû ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hate berdan. Zozan Çîçek diyar kir ku hevalên wan bêhiqûqî esîr tên girtin û got: “Em hêvî dikin ku ew jî demildest werin berdan û werin gel me. Pêvojoya ku em di nav de ne gelek girîng e û em bawer dikin ku em ê serbikevin.”   Zozan Çîçek di 30’ê Tirmeha sala 2016’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Zozan Çîçek diviya 12’ê Sibatê hatibûya berdan lê berdana wê ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 3 meh hatibû taloqkirin. Zozan Çîçek piştî 10 salan îro jî ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê hate berdan.   Zozan Çîçek ji aliyê malbata xwe û endamên Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de, Zozan Çîçek kevok firand.   ‘Hevalên me bêhiqûqî esîr tên girtin’   Zozan Çîçek li pêşiya girtîgehê axaftinek kurt kir û got: “Gelek hevalên me tevî ku cezaya xwe xilas kirine jî nayên berdan. Di nav wan de girtiyên nexweş heye. Hevalên me bêhiqûqî esîr tên girtin. Em hêvî dikin ku ew jî demildest werin berdan û werin gel me. Pêvojoya ku em di nav de ne gelek girîng e û em bawer dikin ku em ê serbikevin.”