Mafên jinan û statuya YPJ'ê hatin gotubêjkirin 2026-05-21 15:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di civînekê de ku li Dirbêsiyê hat lidarxistin, girîngiya ku mafên jinan û beşdariya wan di tevahî qadan de werin mîsogerkirin, vegotin. Her wiha îşaret pê kir ku YPJ temînata bingehîn a parastina mafên jinan e û ji bo naskirina statuya wê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.   Kongra Star bi beşdariya jinên nûnerên saziyên sivîl û meclisan civînek li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê li dar xist.   Di civînê endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif axivî. Foza Yûsif rewşa siyasî ya herêmê û mijara entegrasyonê şîrove kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola jinan û mîsogerkirina mafên wan û beşdariya wan di hemû qadan de.   Foza Yûsif bal kişand ser YPJ'ê jî û diyar kir ku hikumeta demkî heya niha statuya YPJ'ê qebûl nekiriye û got YPJ temînata bingehîn a parastina mafên jinan e divê jinên ji hemû pêkhateyan ji bo bi destxistina mafên xwe û naskirina statuya YPJ'ê û avakirina Sûriyeyeke aram têkoşînê mezin bikin.   Civîn bi nîqaşên der barê rewşa siyasî û girîngiya parastina mafên jinan de bi dawî bû.