Li 56 girtîgehan greva birçîbûnê 2026-05-19 12:32:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya "Sêşema na ji darvekirinan re" li 56 girtîgehan girtî dest bi greva birçîbûnê kir.   Îro kampanyaya "Sêşema na ji darvekirinan re" daxuyaniyek weşand û li dijî berdewamiya sepandina cezayên darvekirinê li Îranê nerazîbûn nîşan da, ragihand ku girtiyên li 56 girtîgehên cuda yên welat dest bi greva birçîbûnê kirine. Kampanyayê cezayê darvekirinê wekî "amûra sereke ya tepeserkirina dewletê" bi nav kir û hikûmeta Komara Îslamî bi wê yekê tawanbar kir ku bi awayekî sîstematîk tundiyê bikar tîne da ku di civakê de atmosferek tirs û terorê biafirîne.   Di daxuyaniyê de, bal kişand ser darvekirina girtiyekî Belûc li Zindana Zahedanê û her wiha darvekirina kesekî ku di xwepêşandanên Roja Qiyametê de hatibû girtin, hat diyarkirin ku rejîm hewl dide bi zêdekirina cezayên darvekirinê xwepêşandanên civakî û nerazîbûna gel bitepisîne. Nivîskarên daxuyaniyê her wiha cezayê 25 sal zindanê yê ku ji Fatima Abbasî, keça Mihemed Abbasî, re hatiye birîn, wekî "mînakek ji zexta zêde li ser malbatên xwepêşanderan" bi nav kirin.   Endamên kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bang li çalakvanên siyasî, sivîl, pîşeyî û mafên mirovan kirin ku ji bo rawestandina darvekirinan bibin yek û li seranserê cîhanê dengê xwe li dijî cezayê darvekirinê bilind bikin. Ev kampanyaya ku bi mehan e bi grevên birçîbûnê yên heftane yên girtiyan berdewam dike, niha wekî yek ji tevgerên protestoyê yên rêxistinkirî yên herî demdirêj ên li dijî cezayê darvekirinê di zindanên Îranê de tê dîtin.   Berfirehiya daxuyaniyê bi vê awayî ye: “Zêdetirî du mehan e ku desthilatdarên despotîk ên Îranê bi hêzên xwe yên piçûk û hêmanên dilsoz kolanên bajaran dagir kirine, bi eşkereyî perwerdeya çekan didin û zarokan di van hawirdoran de bi kar tînin, bi armanca ku tundî û tepeserkirinê li dijî welatiyan û xwepêşanderan saz bikin.   Hefteya borî, rejîma derqanûnî ya 'Velayat-e Feqîh' girtiyê siyasî û welatiyê Belûc Ebdulcelîl Şehbahş li Zindana Zahedanê îdam kir; her wiha Mihemed Ebasî ku di serhildana Rojane de hatibû girtin, bi tohmeta "beşdarbûna di serhildanê de" îdam kir. Di vê navberê de, keça wî, Fatîma Ebasî, 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û niha li Zindana Evînê ye.   Dîktatoriya li ser desthilatdariyê armanc dike ku bi dayîn û pêkanîna cezayên mirinê yên hovane ji tirsa hilweşandina desthilatdariyê, di civakê de tirsê biafirîne; em her roj li kêleka girtiyên siyasî şahidê darvekirina ciwanan bi tohmetên ne-siyasî dikin.   Me gelek caran gotiye, cezayê mirinê bêyî ku celebê sûc çi be, ne tenê biryarek dadwerî ya neheq e ku mafê jiyanê ji mirovan digre; di heman demê de amûreke zext û kuştinê ye ku ji hêla dewletê ve tê piştgirîkirin û xwedan kokên kûr ên siyasî, çînî û îdeolojîk e. Ji bo ku di nava gel de tirsê biafirîne û bindestan neçar bike teslîm bibin ev amûr tê bikaranîn lê ev xewneke vala ye.   Eger rejîm îro ciwanan yek bi yek darve dike, ev ji ber ku van ciwanan bi xwe cudakariya çînî dîtine û şahidiya gendelî û talankirina sîstematîk kirine. Ew wan darve dikin da ku wan bitirsînin; lê belê, ev tundî ne tenê wan tepeser dike lê di heman demê de tovên hişmendî, berxwedan û serhildanê di dilê wan de diçîne.   Em bawer dikin ku divê ev darvekirin bi teslîmbûnê neyên pêşwazîkirin. Kampanyaya 'Na ji darvekirinê re' gavek pêwîst e ber bi edalet, azadî û jiholêrakirina hemû cureyên cudakarî û zordariyê di siberoja Îranê de.   Dijberiya vekirî û pratîkî ya li hemberî darvekirinan ji bo muxalîfên îro pîvaneke girîng û biryardar e.   Em, wekî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bang li hemû çalakvanên siyasî, mafên mirovan, pîşeyî û sivîl dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan bêhtir bibin yek. Her wiha em ji karker, mamoste, xwendekar û teqawîdbûyan dixwazin, ên ku berê li kolanan dengê li dijî cezayê mirine derxistin xwe bigihîjînin wijdanê civaka navneteweyî.   Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bi hêviya Îrana azad û bê zulm û ji bo nerazîbûna li dijî sepandin û cîbicîkirina cezayên darvekirinê li Îranê, roja Sêşemê, di hefteya 121’emîn a greva birçîbûnê de ye:  Bi tevahî 56 girtîgeh, di nav de Evîn, Qezelhesar, Navenda Kerecê, Ferdîs, Tehran Mezin, Kerçak, Varamîn, Qezvîn, Ahar, Arak, Qûm, Xuremabad, Borujerd, Yasuc, Îsfahan, Ehwaz, Şîraz, Zahedan, Yezd, Meşhed, Tebrîz, Urmiye, Sine û yên din hene."