Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin 2026-05-06 12:58:54   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameyeke ku ji bez, şano û çalakiyên zarokan pêk tê, amade kir.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Cejna Zimanê Kurdî îsal jî bernameyeke ji çalakiyên curbecur amade kir. Çalakiyên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve têne organîzekirin, dê di 10, 15 û 17'ê Gulanê de werin lidarxistin.   Bezîn dê were organîzekirin   Çalakiya yekem a bernameyê dê di 10'ê Gulanê de were kirin. Di çalakiyê de ku rastî Roja Dayikan tê, beza bi navê "Em ji bo zimanê dayikê dibezin" dê were lidarxistin. Bernameya ku dê saet di 10.00'an de dest pê bike, di saet 11.00'an de dê starta wê were dayîn û di navbera Sumerpark û Meydana Deriyê Çiyê de were kirin. Di çalakiyê de welatî dê ji bo balê bikişînin ser zimanê kurdî werin ba hev.   Lîstika "Moraşîn" dê were pêşandan   Di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de jî çalakiya şanoyê heye. Lîstika bi navê "Moraşîn" ku dê saet di 20.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were pêşandan, dê derkeve pêşberî temaşevanan.   Şahiya Ciwan û Zarokan   Di çarçoveya bernameyê de ji bo zarokan jî çalakî hatine amadekirin. "Şahiya Zarok û Ciwanan" a ku dê di 17'ê Gulanê de li Sumerparkê were lidarxistin, dê di navbera saet 11.00 û 17.00'an de be. Di çalakiyê de dê xebatên atolyeyê, nîşandana kûkelan, muzîk, rîtm, drama û lîstikên zarokan werin organîzekirin.