‘Her kesê tevli nelêrêtiyê bûye divê hesab bide’ 2026-05-03 09:02:01     Gulîstan Gulmuş   RIHA - Hevşardara Xelfetiyê Saniye Bayram der barê qeyûmê şaredariya Xelfetiyê ku ji nû ve bi nelêrêtiyan hatiye rojevê de axivî û da zanîn ku keyayan wê demê ji gel bi gotina "Ez nêzî Soylu me" tehdîd kiriye û anî ziman ku hemû kesên tevli nelêrêtiyê bûne divê hesab bidin.   Qeymeqamê berê yê navçeya Xelfetiyê ku wek qeyûm tayînê şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin û piştre wek AKP’î qezenc kir û bi rêvebir Şeref Albayrak jî nav de, 46 kes bi hinceta ‘Bi armanca sûc kirinê avakirina rêxistinê’ di 24’ê Nîsanê de hatin binçavkirin. Kar û barê îfadeyên 46 kesî temam bûn. Nav de Şeref Albayrak jî heye 29 gumanbar hatin girtin. Ji 17 gumanbarî 3 kes hatin berdan 14 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.   Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku qeyûm tayînê şûna wan bûn, piştî tayînkirina qeyûman der barê nelêrêtiyan de serlêdana sûc kirin û piştî vê der barê 45 kesî de ku Şeref Albayrak jî nav de lêpirsîn hat destpêkirin.   Nelêrêtiyên qeyûm   Saniya Bayram da zanîn ku ev salek zêde ye der barê nelêrêtiyan de rapor dane saziyên têkildar û got di pêvajoya 8 salan a qeyûman de gelek nelêrêtî hatine kirin û wiha vegot: “Nêzî 800 hezar parsel erd hatiye firotin, hemû malên bi tapo hatine firotin. Şeref Albayrak di 2014’an de qeymeqamtî dikir. Di 2016’an de qeyûm tayînê me kirin. Heta 2019’an wek qeyûm ma. Piştre ji nû ve ji qeymeqamtiyê îstîfa kir, bû namzetê şaredariyê.  Ji gel deng xwest, hemû derfetên dewletê bikar anî. Di 2024’an de gel jî fêm kir. Gelek tişt kiribû, şaredarî kiribû bin deyn. Bi encumen, midûr û keyayan re kir. Divê keya hesab bidin. Di nava kesên hatine girtin de keya tune ne. Divê ew jî hesab bidin. Dema axa gel dihat firotin gel ji keyayan re gotin ‘wisa nekin ev darên me ne me ked daye’. Keya digotin ‘em kesên nêzî Soylu ne li gorî wê tevbigerin’. Divê Soylu jî hesab bide.”   ‘Gel qeyûm naxwaze’   Saniye Bayram bi lêv kir ku di 2024’an de piştî hilbijartinan bi berdewamkirina nelêrêtiyan Şeref Albayrak ew tehdîd kirine û wiha pê de çû: “Tirkiye kirin çi rewşê. Welat têk birin. Piştî hilbijartinan gotin ‘em ê konaxa hikûmetê bi serê we de hilweşînin, ez ê bibim şaredar.’ Li vir evqas nelêrêtî bû gel ew nexwest. Şeva me hilbijartin qezenc kir wê şevê heta sibehê dizî kiribûn. Bîlgisayarên ser maseyan jî girtibûn. Me bi muşavîr û muhasebeyan ev tespît kirin. Me rapor şand ji Walîtî û wezareta karê hundir re. Lê dereng bi encam bû. Edalet hat lê em dixwazin cezayên giran bên dayîn. Em dixwazin vegerin ser karê xwe. Em her tim li cem gelê xwe ne. Du caran qeyûm tayînkirin. Gel wan naxwazin. Em dixwazin xizmetê bidin gelê xwe.”