Newroz Uysal: Delîl bêdeng namînn, tên bêdengkirin 2026-04-22 20:55:12   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di Lijneya Giştî de axivî û da zanîn ku li Kurdistanê li dijî jinan şerê taybet tê meşandin û got tişta divê bê kirin, pergala ku tarîtiyê diafirîne ji holê bê rakirinê ye.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo dosya Gulîstan Doku bi hemû aliyên wê bê lêkolînkirin serî li Serokatiya Meclîsê da û daxwaz kir ku Komîsyonek Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.   Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal di lijneya giştî de der barê pêşnûmeyê de axivî û da zanîn ku tiştên di dosya Gulîsan Doku de derketin eholê tenê aliyekî vê bûyerê ye û got: “Derket hol3e ku ger gumanbar xurt be, derdora gumanbar xurt be û desthilatdarî li dora wan be heqîqet bi salan dikare bê tarîkirin. Ji ber vê jî axaftina li ser lêpirsîna qels li aliyekî divê em veşartina heqîqetê ya ji aliyê dewletê ve biaxivin. Delîl bêdeng nabin, tên bêdengkirin. Dosya tarî nabe tê tarîkirin. Ji ber vê jî bi salan neronîkirina dosya Gulîstanê ne ku hêza dewletê têr nekiriye; li şûna ew heqîqet derkeve holê divê feraseteke îdarî hat dîtin. Li her derê Dêrsîmê kamera hene. Qerekol, kalekol hene. Dron û heron kêm nabin. Li cihekî wisa  bûyera Gulîsatn Doku şerê taybet nîşna dide. Em bi tarîtiyeke rêxistinkirî re rû bi rû ne. Li dijî vê  tişta divê bê kirin, pergala ku tarîtiyê diafirîne ji holê bê rakirinê ye. Em soz didin, em ê ji bo hemû jinan bêdeng nemînin.”