Melayê ku dest dirêjî zarokekê kir serbest hat berdan 2026-04-21 14:47:58   AMED - Mela Mehmet Latîf Yeprem ku li Pasûrê ji ber êrişa sîstematîk a zayendî li zarokekê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.   Mela Mehmet Latîf Yeprem ku duh li gundê Totana yê navçeya Pasûrê ya Amedê ji ber êrişa sîstematîk a zayendî li zaroka bi navê M.Y. (18) a hatibû binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Pasûrê sewqî dozgeriyê hat kirin. Piştî ku îfadeya li dozgeriyê, Yeprem serbest hat berdan.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, xizmên Yeprem zext li M.Y. û malbata wê kirine ku îfadeya xwe biguherînin. Li ser vê, M.Y. neçar ma ku îfadeya xwe biguherîne. Ji aliyê din ve, hat hînbûn ku piştî serbestberdana Yeprem li gundê cerdavanan Totanayê şahî hatiye lidarxistin.   Di tomarê dengî de ku me ew bi dest xistin, derketibû holê ku Îmam Yeprem der barê êrişa sîstematîk a zayendî de gotiğe "em berbayî şeytên ketin."