Lêpirsîna Gulîstan Doku: 10 kes hat girtin, 3 kes hatin berdan 2026-04-18 20:43:07   DÊRSIM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de ji 13 kesan 10 gumabar hatin girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna xwendekara pola 2’emîn a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de di 13’ê Nîsanê de 13 gumanbar hatin binçavkirin. Piştî ku îfadeyên wan ên li cendirmeyê hat temamkirin 13 kes sewqê dozgeriyê hat kirin. Ewilî polîsê berê Gokhan Ertok, li dadgehê bi sûcê “tunekirina delîlan û veşartinê” û Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi jî bi sûcê “mirina bi qestî” hatin girtin.   Piştre berpirsyarên qemereyên Zanîngeha Munzurê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrsimê bi şertê kontrola edlî serbest berda.   Duh jî gumanbarên bi navê Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer ku îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê, gumanbar Ugurcan Açikgoz jî bi şertê kontrola edlî sewqê dadgehê hat kirin. Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer û Zaînal Abakarov ku sewqê dadgehê hatin kirin, hatin girtin. Ugurcan Açikgoz jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Parasvanê nêz yê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û kurê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel bi sûcê “mirina bi qestî” hatin girtin.   Bi vê yekê re hejmara girtiyan a di çarçoveya dosyeyê de bû 10 kes.  Her wiha di dema Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel de, Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ser pêywirê bû hat binçavkirin.