Runiştina doza gumanbarê ku Ayşe Çelîk qetil kir hat taloqkirin 2026-04-09 18:29:39   STENBOL - Di duyemîn runiştina gumanbarê ku Ayşe Çelîk qetil kir de dozger mutala aşkera kir û biryar da ku gumanbar Engîn Çelîk ji sûcê ji qestî kes kuştin bê cezakirin û biryara berdewamkirina girtina gumanbar da.   Di 6’ê Çileyê 2025’an de li navçeya Eyupsultan a Stenbolê gumanbar Engîn Çelîk, Ayşe Çelîk ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kir. Gumanbar cara duyemîn derket pêşberê dadger.  Sreoka Baskê Jinan a CHP’a Stenbolê Hatîce Sellî Dursun û endamên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daxuyanî dan.   Hatîce Sellî Dursun da zanîn ku  ger cezayê bi bandor li gumanbaran bihata birîn, qanûna 6284 bi bndo rpêk dihata, mekanîzma pêk bihatan wê îro ev rewş pêk nehatib, wê Ayşe bijiya.   Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu jî bi lêv kir ku wê îtîraza xwe bidomînin û bi têkoşînê dikarin pêşî li cînayetan bigirin.   Piştî daxuyaniyê derbasî salonê bûn û runiştin destpêkir.   Nasname hatin tespîtkirin û şahid hat guhdarkirin. Piştre gumanbar Engîn Çelîk axivî û îdia kir ku ew poşmane.   Dozger mutala aşkera kir û biryar da ku gumanbar Engîn Çelîk ji sûcê ji qestî kes kuştin bê cezakirin û biryara berdewamkirina girtina gumanbar da. Runiştin taloqî 23’ê hezîranê hat kirin.