Şêniyên Amûdê ji bo piştgiriya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daketin kolanan 2026-04-08 15:51:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Amûdê xwepêşandaneke girseyî pêk hat. Beşdaran hevgirtina xwe bi gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re nîşan da, daxwaza berdana dîlgirtiyên di zindanên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.    Bi dirûşma "Dema yekitiya Kurdan hatiye... Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne bi tenê ne", şêniyên Amûdê îro ji bo hevgirtina bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re li hember êrişên li dijî wan xwepêşandaneke mezin li dar xist. Şêniyan daxwaza berdana tavilê ya dîlgirtiyên di zindanên hikumeta demkî de û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Xwepêşandan ji aliyê partiyên siyasî yên li Amûdê ve hate lidarxistin.   Xwepêşandan li ber Çerxerêya Jinan a li rojhilatê bajêr dest pê kir, xwepêşandêran dirûşmên ku daxwaza yekitiyê, berdana dîlgirtiyan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin, berz kirin.   Piştî ku girse gihaşt Qada Şehîd Cîhad û rêzgirtinê, berdevkê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Araşk Baravî axivî û got: “Em îro di vê xwepêşandanê de derketine da ku piştgiriya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê li hember êrişên li ser gelê me yê aştîxwaz diyar bikin. Em van êrişan şermezar dikin û hevgirtina xwe û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê, tevî Rojhilatê Kurdistanê, nîşan didin.”   Baravî di dawiyê de destnîşan kir ku qonaxa niha yekkirina rêz û helwesta Kurdan hewce dike.   Xwepêşandan bi dirûşmên ji bo yekitiya gelê Kurd bi dawî bû.