11'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike 2026-04-07 11:13:23   AMED - Dê 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” bê lidarxistin.   Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya girêdayî Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, îsal 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” li dar dixe.    Mihrîcana ku dê di 22’yê Nîsanê de dest pê bike û heta 2’yê Gulanê dewam bike, dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di mihrîcanê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan.    Beşeke zêde ya lîstikan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin û hin performans jî dê li qadên vekirî derkeve pêşberî temaşevanan.    Di çarçoveya mihrîcanê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê bên organîzekirin. Di lîstikên ku dê bi zimanên cihê bên lîstin de jêrnivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî dê bên bikaranîn.