Ji Mûşê bang: Ger ku hûn aştiyê dixwazin rêya wê diyar e 2026-03-25 10:48:53   MÛŞ- Li Mûşê bang li dewletê hat kirin û wiha hat gotin, "Ger ku niyeta we wekhevî ye, rêya aştiyê diyar e, dijminantiya xwe ya li hemberî Kurdan bi dawî bikin û bila Serok Apo azad bibe.   Li Mûşê agirê Newrozê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat geşkirin. Hevsrokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir xîtabî gel kir û got: “Heke niyeta we biratî û aştî be, rêya wê diyar e. Dawî li dijminatiya li dijî Kurdan bînin, bila Rêber Ocalan azad bibe. “   Li Mûşê bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Garê ya Trenê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada ku bi alên rengîn hat xemlandin, bi hatina gel a bi kincên neteweyî tije bû. Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek welatî amade bûn.   ‘Newroza te pîroz be Serok Apo’   Ciwan û jinan bi nîşaneyên serkeftinê û bi rengên kesk, sor û zer pîrozbahiya Newrozê bi coş xistin. Di pîrozbahiyê de herî zêde dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Gel bi dirûşmeyên “Newroz e te pîroz be Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.   Di rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Her wiha nirxandinên Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de bi dengê wî hatin guhdarkirin.   ‘Serketin ya me ye’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş di axaftina xwe de diyar kir ku agirê Mazlum Dogan bi sê darikên kibrîtê pêxistiye tarî ronî kiriye û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir. Hevserok İlyas Aslan jî got: “Ev Newroz mîladek e. Bila bibe wesîleya aşitiyê. Gelê Kurd bi hêz e, em ê teqez bi ser bikevin.”   Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan û Hevserokê DBPê Umut Yılmaz jî daxwaz kirin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   ‘Azadiya gel girêdayî azadiya rêberê wî ye’   Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê diyar kir ku Newroz berxwedan û vejîna gelê Kurd e û wiha got: “Ev Newroz Newrozeke cuda ye. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ve girêdayî ye. Newroza 2026an wê bibe Newroza azadî û yekîtiyê. Avakirina civaka demokratîk wê bi têkoşîna jin û ciwanan pêkan be. Têkoşîna ku jin tê de nebe, nikare bi ser bikeve. Civaka demokratîk di heman demê de parastina xwezayê û azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê em ê li hemberî her tiştî parastina xwezayê bikin. Gimgim ne tenê ye, em ê wê radestî kapîtalîzmê nekin. Em ê ji bo azadiya gelan, azadiya xwezayê û azadiya jinê têkoşînê bimeşînin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Bila Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, bibe wesîleya vekirina deriyên girtîgehan û vekirina rêya siyaseta demokratîk.”   ‘Rêya aştiyê diyar e’   Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku agirê Newrozê ji roja yekem ve her ku diçe geştir dibe û got: “Newroza 2026an, azadbûna Rêber Ocalan û gelê Kurd e. Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Heke em îro dikarin vê Newrozê pîroz bikin, bi saya têkoşîna hatî dayîn e. Gelê Kurd bi rojan e Newrozê pîroz dike û dixwaze qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Em jî ji bo vê têkoşînê dikin. Duh girtiyekî siyasî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Di dema ku Devlet Bahçelî digot ‘hûn nikarin Kurd û Tirkan ji hev veqetînin’, hevalê me yê girtî jiyana xwe ji dest da. Heke niyeta we biratî û aşitî be, rêya wê diyar e. Dawî li dijminatiya li dijî Kurdan bînin, bila Rêber Ocalan azad bibe. Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e. Bila baş bizanibin ku gelê Kurd li hemberî zaliman serî netewandiye û wê netewîne jî. Em baweriya xwe bi vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, tînin. Em ji bo statu, ziman û rûmeta xwe têkoşînê dikin û em ê berdewam bikin.”   Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û gel ve hat pêxistin. Pîrozbahî bi stranên stranbêj Denîz Esmer berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.