Newroza Amedê bi gerandina ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû 2026-03-21 15:58:20   AMED - Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bi gerandina “Govenda Azadiyê” bi dawî bû.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê, tevî barîna baranê jî heta dawiyê bi kelecan û coşeke mezin domiya. Piştî hunermend Zinar Sozdar, koma Govendê derket ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina “Govenda Azadiyê” bi dawî bû.