Agirê Jiyan piştî 23 salan li Newroza Amedê ye 2026-03-21 15:04:44   AMED - Koma Agirê Jiyan, piştî 23 salan beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê bû. Komê, strana xwe ya nû ya Newrozê jî cara ewil li Amedê got.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome. Girse, li ber stranên hunermendan govendê digerîne. Agirê Jiyan, piştî 23 salan cara ewil tev li pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Amedê bû. Dema kom derketî ser dikê, girseyê li çepikan xist. Komê, strana “Newroz” ku nû amade kiriye, cara ewil di Newroza li Amedê de got.