Li dijî madena li Çiyayê Hêlê doza betalkirinê 2026-03-18 15:09:12   DÊRSIM- Baroya Dêrsimê, li dijî xebatên madenê yên li Çiyayê Helê, bi daxwaza betalkirina biryarê û sekinandina xebatan serî li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê da.    Baroya Dêrsimê, li dijî xebatên madena kromê yên li devera Çiyayê Helê ya di navbera gundên Panciras û Danzikê yên Pilemûriyê ya Dêrsimê de tên meşandin, serî li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê da. Di serlêdanê de hate xwestin ku xebatên şîrketê bên sekinandin.    Baroyê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Baroyê, got ku diviyabû rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) bihata girtin lê bêyî rapora pêwîst û biryara “ÇED erenî ye” were dayin, xebat hatine destpêkirin. Bi domdarî hat gotin ku herêma behsa xeberê qada sîta xwezayî ye, cureyên di bin parastinê de lê hene û xebatên hatine destpêkirin derhiqûqî ne.    Di berdewamê de hat destnîşankirin ku li dijî projeya madenvaniya kromê, pêvajoya hiqûqî hatiye destpênkirin û wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de ji ewil serî li îdareyê hate dayin û hat xwestin ev xebat bê sekinandin. Lêbelê ev serlêdan di 15’ê Çileya 2026’an de ji hêla Walîtiya Dêrsimê / Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hate redkirin. Li ser vê yekê, ji bo betalkirina kiriyarê û sekinandina xebatan, li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê doza betalkirinê hate vekirin.”    Dê bi xwe re tunekirinê bîne   Baroyê, da zanîn ku xebatên li Çiyayê Helê ne tenê ji hêla hawirdorî ve lê di heman demê de ji hêla baweriyê ve jî divê bên destgirtin. Hat destnîşankirin ku qada projeyê ji bo gelê herêmê pîroz e, Ziyaretgeha Çiyayê Helê li wir e û ev jî di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin. Hat gotin ku Çiyayê Helê û derdora wê ji bo bawermendên Elewî cihekî pîroz e û bi van xebatan re azadiya baweriyê hedef htaiye girtin û dê bike ku mîrateya çandî û baweriyê û bîra civakî tune bibe.    ‘Em ê bişopînin    Baroyê, îşaret bi xala 56’an a Destûra Bingehîn kir û got ku mafê her kesî heye di hawirdorekî bitendurist de bijî û got ku ew ê heta dawiyê doza vekirine bişopînin û ji bo parastina herêmê hemû rêyên hiqûqî biceribînin.