Di çarçoveya neteweya demokratîk de hemwelatîbûna wekhev 2026-03-16 09:10:15   Rojda Aydin     AMED - Têgeha hemwelatîbûna wekhev ne tenê prensîbeke destûrî ye; ew di heman demê de wekî mijareke demokratîkbûnê ku di nîqaşên li ser nasname, pirrengî û avahiya dewletê de cih digire, dîsa ket rojevê.   Hemwelatîbûna wekhev yek ji prensîbên bingehîn ên demokrasiyên nûjen tê hesibandin.  Lêbelê, ev têgeh ji prensîbeke ku bi destûrî hatiye garantîkirin bêtir e; ew di nîqaşên li ser aştiya civakî, siyaseta nasnameyê û beşdariya demokratîk de cihekî girîng digire. Ji ber vê yekê hemwelatîbûna wekhev tê çi wateyê û çima hîn jî mijara nîqaşê ye?   Wekheviya li pêşberî qanûnê   Di pênaseya xwe ya herî hêsan de, hemwelatîbûna wekhev tê vê wateyê ku dewlet mafên wekhev dide hemû hemwelatiyên xwe bêyî cudakarî li ser bingeha ol, ziman, nijad, zayend, etnîsîte, bawerî, an şêwaza jiyanê. Ev prensîb ji têgîna hemwelatîbûnê ya nûjen di sedsala 18’an de derdikeve holê. Îdeala “azadî, wekhevî, biratî” ku bi taybetî piştî Şoreşa Fransî şikil girt, hemwelatîbûn bi azadkirina wê ji îmtiyazan û damezrandina wê li ser bingeha wekheviya qanûnî ji nû ve pênase kir.   Îro, li gelek welatên demokratîk, prensîba hemwelatîbûna wekhev bi destûrî hatiye garantîkirin. Lêbelê, tê teqez kirin ku di navbera wekheviya qanûnî (de jure) û wekheviya fiîlî de cûdahiyên girîng hene.   Ji wekheviya hiqûqî ber bi wekheviya fiîlî ve   Bendên wekheviyê yên destûrî rewşa welatiyan li gorî dewletê wekhev dikin. Lêbelê, di pratîkê de, şert û mercên civakî û aborî dikarin gihîştina vê wekheviyê dijwar bikin.   Lê, divê ew li sê aliyên bingehîn were nirxandin;   * Wekheviya hiqûqî: Li ber qanûnê bê cudakarî   * Wekheviya siyasî: Mafê dengdan, hilbijartin û beşdarbûna di rêvebiriyê de   * Wekheviya civakî: Gihîştina dadperwerane bo perwerde, tenduristî û derfetên aborî   Nebûna yek ji van pîvanan bi tevahî prensîba hemwelatîbûna wekhev têk dide.   Nîqaşên li ser nasname û pirrengiyê   Bi globalizasyon û zêdebûna koçberiyê re, nîqaşa li ser hemwelatîbûna wekhev derbasî aliyek nû bûye. Di civakên pirçandî de, pirsa gelo dewlet dikare “bêalî” bimîne yan jî nemîne derdikeve pêş. Nîqaşên li Ewropayê yên li ser laîk û sembolên olî şîroveyên cûda yên hemwelatîbûna wekhev derdixin holê. Di vê çarçoveyê de, laîkbûna hişk a Fransayê gelek caran bi nêzîkatiya piralîtir a Elmanyayê re tê berawirdkirin. Dema ku em li nîqaşên îro diqewimin dinêrin, keval (tablo) hinekî cuda ye.   Li Tirkiyeyê nîqaşa li ser hemwelatîbûna wekhev   Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê, nîqaşên li ser hemwelatîbûna wekhev ji nû ve derketine holê, bi taybetî di çarçoveya lêkolînên destûrî, mafên kêmneteweyan, azadiya olî û reformên rêveberiya herêmî de. Pisporên hiqûqî teqez dikin ku divê wekhevî ne tenê di metnên destûrî de, lê di pratîkê de jî were garantîkirin. Li gorî zanyaran, hemwelatîbûna wekhev ne tenê bi têkiliya dewlet-hemwelatî ve girêdayî ye; ew rasterast bi qebûlkirina hevbeş û çanda jiyana hevbeş di nav civakê de ve girêdayî ye.   Nêzîkatiya Abdullah Ocalan û nîqaşa li ser rejîmê   Li Tirkiyeyê di van salên dawî de, di çarçoveya nîqaşên li ser reforma destûrî, demokratîkbûn û aştiya civakî de, têgeha hemwelatîbûna wekhev dîsa derketiye pêş. Di vê çarçoveyê de, parastin û pirtûkên ku ji salên 2000’an û pê ve ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine nivîsandin jî ji nû ve têne nirxandin. Rexneyên Abdullah Ocalan a li ser modela netew-dewlet balê dikişîne ser xwe. Têgeha netew-dewlet a sedsala 20’an pir caran nasnameyeke yekane dida pêşiyê, nasnameyên din paş dixist.   Di vê çarçovê de, tê gotin ku hemwelatîbûn divê li ser pênaseyeke destûrî ya sivîl û berfireh bê avakirin, bêyî referansên etnîkî.   Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk   Abdullah Ocalan di xebata xwe ya bi navê “Konfederalîzma Demokratîk” de modelek alternatîf ji bo avahiya dewleta navendî pêşniyar dike. Di vê modelê de;   * Demokrasiya bingehîn bi rêya meclîs û komunan   * Garantîya destûrî ya mafên çandî û zimanî   * Girîngiyeke taybet li ser temsîliyeta siyasî ya jinan   * Hişmendiya ekolojîk û xweseriya civakî   Bi van sernava mijar têne nîqaşkirin.   Bi van sernava mijar têne destnîşankirin.   Têgeheke din ku di pirtûkên Abdullah Ocalan de cih digire “neteweya demokratîk” e. Ev têgeh vîzyonek civatek siyasî temsîl dike ku li ser bingeha hevjiyana bi dilxwazî ya nasnameyên cihêreng e, ne li ser bingeha têgihîştinek etnîkî ya netewebûnê. Ev rêbaz daxwazên wekî mafê perwerde û bikaranîna giştî ya bi zimanê dayikê, zêdekirina destûrmendiya rêveberiyên herêmî û sînordarkirina navendîbûnê dihewîne.   Aliyê ewlekarî û siyasî   Pêşniyarên Abdullah Ocalan ji ber çarçoveya xwe ya dîrokî û siyasî di navenda nîqaşên dijwar de ne. Hin kes dibêjin ku modela pêşniyarkirî dibe ku bi têgeha dewleteke yekgirtî re nakok be jî, yên ku piştgirîya wê dikin dibêjin ku çareseriyek li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev ji bo aştiya civakî ya demdirêj pêwîst e.   Prensîb an pêvajo?   Hemwelatîbûna wekhev ne tenê madeyeke destûrî ye; ew wek peymaneke civakî ya ku her tim tê guftûgokirin tê hesibandin. Ji bo bicîhanîna vê prensîbê ne tenê rêziknameyên qanûnî, lê di heman demê de rêveberiyeke şefaf, saziyên bihêz û diyaloga civakî jî hewce dike.