Eylem Akti: Divê jin li maseyên aştiyê cih bigirin 2026-03-13 09:03:09   WAN- Endama Akademiya Jîneolojiyê Eylem Akti girîngiya pêvajoyê ya di aliyê azadiya jinê û peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Jinan li hemû qadên jiyana civakî ji bo hebûna xwe bidin xuyakirin deriyê demek nû vekirin. Divê jin li maseyên aştiyê  cih bigirin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya "Aştî ûcivaka demokratîk" da destpêkirin û pêvajoyê salek li pey xwe hişt û pêvajoya ku azadiya jinê dike navenda xwe civaka demokratîk hedef digire.hate diyarkirin ku hin seranserê dîrokê bûn hêza damezerîner a civak û aştiyê û ji bo avakirina civaka demokratîk hilgirtina rola çalak a jinan qonaxek girîng e.   Endama Akademiya Jîneolojiyê Eylem Akti balkişand ser pêvajoyê û  Danezana Jinê ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de hatiye weşandin nirxand.   ‘Em ji paradîgma Birêz Ocalan îlhamê digirin’   Eylem Akti bi lêv kir ku Abdullah Ocalan di peyamên xwe de jinan ne tenê wek mexdur,wek hêza damezerînr ya civakê digire dets û paradîgma azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê esas digire. Eylem Akti wiha dirêjî dayê: “Jin di peyaman de wek kirde cih digirin. Abdullah Ocalan di peyama 27’ê Sibatê de  û manîfestoya xwe de cihekî taybet dide jinan. Em di her du peyamên Birêz Ocalan de vê dibînin. Jin ne tenê aliyekî civakê raste rast wek kirde tê destgirtin. Em ji Birêz Ocalan îlhamê digirin.”   'Çavkaniya şoreşa jinan:Têkoşîna jinan e'   Eylem Akti bi lêv kir ku li seransrê dîrokê jin di pêvajoyên şer de aştiyê de yên herî zêde tên mexdurkirinê ne û wiha bi lêv kir: “Têkoşîna jinê jî ji vê rastiyê dertê holê. Qetilkirin, destdirêjî û tundiya li ser jinan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin kir. Ya em birin şoreşa jinan ev rastî ye. Paradîgma azadiya jinan a Abdullah Ocalan li diî qirkirina jinan, modelek civakî ya alternatîf pêşkêş dike. Em têkoşîna xwe di esasa vê paradîgmayê de dimeşînin.”   ‘Jin hêza civakî ya rêxistinkirî ye’   Eylem Akti  di berdewamiyê de wiha got: “Pêvajoya aştî û civaka demokratîk di heman demê de pêvajoya entegrasyonê ye. Divê jin aktîf tevli pêvajoyê bibin. Divê jin dengê xwe bi awayekî xurt derbixin. Divê rêxistinbûnên xwe bikin. Rêxistibûn, meclîsên jinan, xebatên TJA û Jîneolojiyê di vî alî de girîngin. Divê jin ji civakê re pêşengiyê bikin.  Polîtîkayên bêcezahiştinê yên di dozên qetilkirin û tundiya li ser jinan didomin. Gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Divê qanûn di esasa azadiya jinan de bên sererastkirin û derxistin. Şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe. Jinan li hemû qadên jiyana civakî ji bo hebûna xwe bidin xuyakirin deriyê demek nû vekirin. Divê li Rojhilata Navîn jin li maseyên aştiyê cih bigirin.”