Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike 2026-02-24 13:52:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Komînal a mehane ya siyasî û bîrdozî dê meha Adarê bi dirûşma “Israra mirovbûnê, israra sosyalîzmê ye” li Ewropayê dest bi weşanê bike.   Rojnameya Komînal a mehane ya siyasî û bîrdozî dê meha adarê dest bi weşanê bike. Komînal dê bibe dengê têkoşîna demokrasî û wekheviyê ku xwe dispêre cihêrengî û azadiya mirovahiyê. Kovar dê nûnertiya têkoşîna gelê Kurd, bi pêşengiya jin û ciwanan pêk bîne.   Hat diyarkirin ku Komînal wê ti carî bê alî nebe; wê her tim li aliyê heqîqetê, rastiyê, başî, bedewî û azadiyê be. Li hemberî êrişên qirker û mêtinger ên serwerên Tirk, Ereb û Fars dê her tim xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derkeve û bibe dengê geş ê vê têkoşînê.   Hat destnîşankirin ku Komînal wê vê fikrê ji xwe re bike esas ku pirsgirêka civakî ya destpêkê û herî kûr bi kolekirina jinê ya bi destê koma nêçirvan a mêr û kujerê kastîk destpê kiriye û bi sîstem û mejiyê serweriya mêr ê vê serdemê re gihîştiye asta herî bilind. Komînal wê li her cihî û her tim li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr, li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest ên li ser vê bingehê derketine holê, xeta azadiya jinê ji xwe re bike esas û ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan wê têbikoşe. Rojnameya Komînal wê hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û baweriya bi sosyalîzma civaka demokratîk werbigire.   Hat gotin ku Rojnameya Komînal dê li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest, li ser esasê xeta azadiya jinê ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan, her wiha li dijî madiyatperestî û ezeztiya modernîteya kapîtalîst ji bo avabûna civaka demokratîk a li ser bingeha komunalîteyê wê bi roleke çalak rabe.