ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2026'AN 2026-02-22 09:00:00   *Hevseroka desteya Perwerdeyê û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Îsmaîl, diyar kir ku êrîşan bandora xwe li ser perwerdeya li dibistanan dihat dayîn jî kir û got," Li Kantona Cizîrê li Hezar û 790 dibistanan ji ber êrîşan perwerde hat rawestandin û 240 hezar xwendekar ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar man."  DÎMEN HEYE   *Endamên Jîneolojiyê raporên der barê sûcên şer yên ji aliyê Akademiya Jîneolojiyê ya Rojava ve hatiye amadekirin û bi 8 zimanan hatiye weşandin nirxandin û gotin: “Raporên hatine amadekirin şandin welatên cuda. Vegerên erênî çêbûn.”   *Ayşe Kaymaz bahsa koçeriya xwe ya  ku zivistanê tên deştên germ, havînê diçin zozanên hênik kir û diyar kir ku her bar li ser milê jinan e. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komeleya Çanda Anavarza Gulbahar Akman  diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî esas e û got: “Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya qanûnî.” DÎMEN HEYE   *Ji Fransayê heta Polonyayê ji Almanyayê heta Qiraliya Yekbûyî, jinan li dijî polîtîka teqawîtbûnê, kurtaj, koçberî û tundiyê daketin kolanan û xeta îtîrazê hûnandin. DOSYA   *Dayika aştiyê Behiye Bor têkoşîna xwe ya bi salan niha vediguherîne baweriya ‘aştî û civaka demokratîk’.Behriye Bor da zanîn ku ew dixwaze axeke keça wê ya ku dikare bîhn bike hebe û got: “Ji canê min parçeyek çû lê bila aştî pêk bê. Em dest bidin hev aştiyê bînin.” DÎMEN HEYE