Li Rojava çalakiyên roja ziman 2026-02-21 19:14:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Rojava bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn a nû de weke zimanê fermî bê naskirin.   Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” li bajarê Qamişloyê meşek lidarxist.   Bi sedan mamoste, xwendekar û şêniyên bajêr beşdarî meşê bûn. Xwendekar û mamoste bi cilên Kurdî û rengên kesk, sor û zer beşdarî meşê bûn. Meş li ber Dibistana Şehîd Şervan a li taxa Erbewiyê dest pê kir û heta avahiya Yekitiya Mamosteyên Cizîrê dewam kir.   Piştî deqeya rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn.   Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em kesên di ber ziman de ked dane û şehîd ketine bi bîr tînin. Îro zimanê Kurdî li ser maseya danûnstandinan e û cihê wê di Sûriyeya nû de tê goftugokirin. Biryarnameya hikûmeta demkî ya Şamê her çendî erênî tê dîtin jî, lê mafê ziman ê gelê Kurd mîsoger nake. Ji bo ku zimanê Kurdî weke destketiyek mayînde bê parastin, pêwîste zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanê fermî bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî rewa yê bingehîn bê mîsogerkirin. Ji ber ku zimanê gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Heftane tenê du demjimêran nayê pejirandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo mîsogerkirina mafên zimanê Kurdî û parastina destketiyên şoreşa ziman têbikoş in. Kar û xebatên xwe bidomînin. Doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî pîroze û em ê xwedî lê derkevin. Ji bo vê jî em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî bidin pêş û xwedî lê derkevin.”   Piştî daxuyaniyan Koma Dibistana Mehmûd Eshed, stranên li ser zimanê Kurdî gotin. Çalakî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.   Hesekê   Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl amede bûn. Meşê ji pêşiya ‘Parka Rêber Apo’ ya taxa Nasira dest pê kir. Meşvan heya Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê meşiyan û li wir mamosteyan daxuyaniyek dan.   Di destpêka daxuyaniyê de, Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hate pîrozkirin û wiha gotin: “Ji bo ku wek destketiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”   Tirbespiyê   Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Komeleya Perwerdeyê ya Tirbespiyê jî meşek lidarxist. Meşê li pêşiya Komeleya Perwerdeyê ya bajêr hetanî Qada Azadî dewam kir.   Li Qada Azadî mamoste Cewahir Temo, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava şoreşê de, tevî hemû zehmetiyan gel bi desteke saziyên ziman xwedî li zimanê dayikê derket û parast.   Di dewama daxuyaniyê de, îşaret bi biryarnameya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hate kirin û hate gotin: “Ev biryarname tenê têrê nake, divê maf û zimanê Kurdî fermî di destûrê de werin nivîsandin. Ji mafê hemû pêkhateyan e ku bi zimanê xwe bijîn.”   Dirbêsiyê   Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê jî meşek lidarxist.   Meşê li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Zimanê me nasnameya me ye", "Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkrin" û "Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e" hatin vekirin.   Meş li Qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê SZK’ê yê bajarê Dirbêsiyê Rizgar Mihemed, li wir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de, hate gotin ku dê ji bo mîsogerkirina mafê ziman û parastina destketiyên “şoreşa ziman a Rojava” têkoşînê bidomînin. Bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û diyasporayê hat kirin ku doza zimanê Kurdî wek dozeke neteweyî û nîştimanî bidin pêş.   Til Temir   Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê jî bi tevlîbûna bi sedan mamoste, xwendekar, şênî, endamên saziyên sivîl meşek lidarxist. Meşê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir.   Meş li rêya M4 veguherî mîtîngê. Li wir endamê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Hêvîdar Mihemed Elî, axivî û anî ziman ku zimanê Kurdî zimanekî neteweyî yê Sûriyeyê ye, pêdiviya wê bi xurtkirin û parastinê heye.   Hêvîdar Mihemed Elî, got dê ji bo parastina zimanê Kurdî bi hemû hêza xwe xebatê bidomînin û da zanîn ku ziman mafekî bingehîn e û hêvî kir ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê piştgiriy vê dozê bike da ku were naskirin û parastî bimîne.   Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Xidir El Ilêwî jî got:"Zimanê me yê dayikê pira ku dema borî bi ya niha ve girê dide. Her wiha amûra ku çîrokên pêşiyên me diparêze û wijdanê zarokê me ye. Dema em zimanê xwe diparêzin, wê demê em dîrok, çand û hebûna xwe diparêzin."   Xidir El Îlêwî, îşaret pê kir ku li bajarê Til Temirê gelek ziman û çand hene û wiha domand "Em di wê baweriyê de ne ku rêzgirtina li hemberî zimanê dayikê rêzdariya mirov li hemberî xwe ye. Lewra em dixebitin da ku zimanê xwe yê resen di minhacan de xurt bikin û şagirtina teşwîq bikin ku bi bawerî û serferazî zimanê xwe bi kar bînin.”   Amûdê   Li bajar Amûdê jî mamoste, xwendekar û şênî bi heman minasebetê daketin qadan.   Girse ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bû, ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiya û pankartên "Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi ser bikeve", "Zimanê me hebûna me ye" û "Divê mafên me di destûra Sûriyeyê de werin parastin"   Li Qada Şehîd Cîhad ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid daxuyanî xwend. Henayê diyar kir ku gelê Kurd xwedî ziman û dîrokeke kevnar e û mafê wê heya ku bi azadî bi zimanê xwe biaxive û ziman di destûrê de were parastin.   Hena Xalid anî ziman gelê Kurd li hembrî siyasetên înkara ziman û çandê li ber xwe da û şehîdan dane. Henayê her wiha destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoyeke nû re derbas dib û dosyaya zimanê kurdî yek ji dozên sereke ye. Bang li hikumeta demkî kir ku bendên têkildarî naskirina çand û zimanê kurdî bi cih bîne.   Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.   Girkê Legê   Li bajarê Girkê Legê jî meşek ji aliyê Rêveberiya Dibistanan ve hat lidarxistin.   Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajar dewam kir. Di meşê de pankartên "Zimanê me hebûna me ye" û "Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye" hatin vekirin.   Meş li sûka navendî sekinî. Li vir mamoste Sîma Îbrahîm axivî û behsa têkoşîna ji bo naskirina zimanê kurdî di destûrê de kir.   Her wiha anî ziman ku ziman ne tenê amûra ragihandinê ye, lê belê xezîneya çand, dîrok û bîrdanka civakî ya gelan e.