Daxwaza baro û komeleyan a tevlibûna doza Îpek Er hat redkirin 2026-02-12 19:47:57   ÊLIH - Dadgeha ku di runiştina beriya vê ya doza Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er kiribû, tevlibûna baroya Êlihê û komeleyan qebûl kiribû di runiştina îro de biryar rakir û tevlibûn red kir.   Danişîna Doza Mûsa Orhan ê  destdirêjî li Îpek Er kiribû û bibû sedema mirina wê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1 Êlihê hate lidarxistin. Di danişînê de malbat û xizmên Îpek Erê, Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Aktîvîstên TJAyê, parêzerên Baroya Êlihê û gelek kes li Eywana danişînê amade bûn. Gumanbar Musa Orhan û parêzerê wî bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn.   Dadgehê di runiştina beriya vê de tevlibûna Navenda Mafê Jinan a Baroya Êlihê û komeleyan a dosyayê qebûl kiribû, lê di vê runiştinê de biryar rakir û daxwaza tevlibûnê red kir.   Parêzerên malbata Îpek Er daxwaz kirin ku divê şahid bên guhdarkirin, aliyên kêm yên delîlan bên komkirin.   Dadgeha daxwaza qebûl kir runiştin taloqî 22’ê Avrilê cotmehê kir.