Ev 23 roj in Kobanê di bin dorpêçê de ye 2026-02-11 11:10:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê ji ber dorpêça 23 rojan dabînkirina av, elektrîk, sotemenî û xwarin her ku diçe zehmetir dibe. Nexweşxane û nanpêjxane bi derfetên sînorkirî xizmet didin û ji ber bihabûna pêdiviyên bingehîn gel bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne.   Li bajarê Kobanê, pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ji ber dorpêça 23 rojan û qutbûna elektrîkê bi awayekî cidî bandor bûne. Pêdiviyên bingehîn di serî de av, elektrîk û xwarin nîne. Hin bazirgan bi rêyên qaçaxî hewl didin pêdiviyên jiyanê bigihînin bajêr, lê ew jî gelek biha tên firotin.   Ji ber qutbûna elektrîkê û pirsgirêkên binesaziyê, nexweşxane, nanpêjxane û stasyonên avê nikarin bixebitin. Çar nexweşxaneyên girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê û du nexweşxaneyên taybet bi dabînkirina sotemenî û enerjiyê ya sînorkirî rojane hewl dide xizmetê bike.   Peydakirina fêkî û sebzeyan jî zehmet bûye. Sebzeyên wekî firingî, belîcan, îsot, xiyar û kelem ji aliyê hin bazirganan ve bi rêya qaçaxî tînin bajêr. Ev berhem bi mîqdarên sînorkirî û bi bihayên bilind digihîjin gel. Her wiha şekir, çay, birinc, savar, nok û nîsk bi heman awayî bi rêyên qaçaxî têne bidestxistin.   Kobanê ji ber dorpêça ku 23 roj in dom dikin di krîzeke cidî de ye. Gel ji bo gihîştina pêdiviyên bingehîn zehmetiyan dikişîne; bi taybetî nexweşxane û nanpêjxane bi kapasîteya sînorkirî dixebitin. Ev rewş bandorek cidî li ser şert û mercên jiyanê yên li bajêr dike.   Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê û rêveberiyên herêmî yên têkildar ji bo temîrkirina binesaziya elektrîkê ketin nava hewldanan. Xetên elektrîkê ku ji ber êrîşên çeteyên HTŞ’ê zirar dîtibûn, hate temîrkirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku cihê çeteyên HTŞ’ê lê bûn elektrîk hebû, lê li ser bajarê Kobanê û gundewarên girêdayî wê bi temamî hatibû qutkirin. Piştî hewldanên mezin pêr bi şev elektrîka bajar û gundewarê Kobanê çêbû.