Rejîma Îranê 7 sal û nîv ceza li Nergîz Muhammedî birî 2026-02-08 22:31:54       NAVENDA NÛÇEYAN- Dadgeha rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî.   Parêzgera Çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhed bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî rejîmê’ 1 sal û nîv cezayê girtîgehê birî. Li aliyê din, dadgehê 2 sal qedexeya derneketina derve jî da.   Hevjînê Nêrgiz Mihemed, Teqî Rehman got: “Ev ceza tenê sedem ewe ku tevlî merasîma veşartin û daxuyanî dayînekê bûye.”   Hêjayî gotinê ye di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.   Nêrgiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala borî ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.