‘Jinên Rojava bi nasnameya jina azad bûn mînak û hêvî’ 2026-02-07 09:04:29   Şehrîban Aslan   AMED - Zeynep Sîpçîk sedema hedefgirtina jinan a di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de nirxand û got: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê nasnameya jina azd bû hêvî û mînak.”   Di 6’ê Çileyê de li dijî Helebê êrîş hatin destpêkirin û piştre li Rojava belav bû. Di êrîşan de hat xwestin ku Kurd bên qirkirin û destkeftiyên Kurdan ji holê bên rakirin. Lê Kurd li her derê Kurdistan û cîhanê rabûn ser piyan û li berxwe dan. Di 30’yê Çileyê de di navbera HSD û HTŞ’ê de peyman û entegrasyon hat îmzekirin.   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Ya ku cuda kir nasnameya jinê ya azad bû’   Zeynep Sîpçîk daxuyakirin ku êrîşên li ser Rojava topyekun û li hember berxwedan û nasnameya Kurdan bû û got: “Hêzên emperyalîst dixwazin nasnameya koletiyê li ser gelê mazlûm biafirînin. Ji ber ev nasnameya koletiyê tê redkirin jî êrîş dikn. Divê em heqîqetê daynîn holê. Ya li Rojava tê kirin êrîşa li dijî nasnameya jinê û gelan e. Li Rojava di 10 salên dawî de pergalek mînak derket holê. Nasnameya jina azad, nûnerî, meclîs, lijne û sazî hatin avakirin. Ya ku Rojava taybet dike ev e. Li Rojhilata Navîn kaos û krîz tu car bidawî nebûn. Hêzên emperyalîst dixwazin li vir bi mudaxaleyan krîzê derxînin.”   ‘Bi hemû jinan re hêvî afirî’   Zeynep Sîpçîk destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn her tim şer û krîz hebûn e û bi taybet jî jin hedef hatine girtin. Zeynep Sîpçîk wiha bi lêv kir: “Dixwezin Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyê ve bibin. Di şexsê Rojhilata Navîn de tarîtiyê li jinên Rojhilata Navîn ferz dikin. Ev 10-12 sal in li Rojava pergala jinê ya azad hat avakirin. Li dijî vê koletiya ku tê ferzkirin, Rojava bû hêvî. Ev bi pêşengiya jinê pêk hat. Ev tenê bi Rojava sînor namîne. Ev nasname, ev hêvî, ev ronahî ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bû mînak. Nasnameya jina azad bû hêvî û mînak.”   ‘Dixwazin jinan bê hêvî bihêlin’   Zeynep Sîpçîk destnîşan kir ku jinên Kurd di dîrokê de cuda cih digirin û wiha bi lêv kir: “Di avakirina jiyana nû de di eniya herî pêş de jin hene. Di pergala Rojava de jinan pêşengî kir. Ji ber vê jî li Rojhilata Navîn naxwazin cihekî wek Rojava derkeve plana pêş. Dixwazin li wir komkujiyek mezin pêk bînin. Ev li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xistin dewrê. Di vê êrîşê de herî zêde jinan zirar dîtin, bedenên jinan ji avahiyan de hatin avêtin. Ev hovîtiyek mezin bû. Dixwazin jinan bê hêvî bihêlin.”   ‘Bi saya rihê yekitiya neteweyî ev encam derket holê’   Zeynep Sîpçîk di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi gelek saziyên jinan û enternasyonalîstan re dikevin têkiliyê. Ev têkilî xurt bûn. Li dijî êrîşên li ser Rojava bertekek rêxistinkirî derket holê. Di vê nokteyê de dîplomasî jî ket dewrê. Me wek Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Star, Komeleya Jinan a Mîmoza ji gelek cihî re name şand. Me şand ji saziyên derveyê welat re jî. Bersivên erênî hatin dayîn. Bi Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê re heye jî têkiliyên me hene. Em bi hev re çûn sînorê Pirsûsê. Gelek xebat hebûn. Li cihê ku rêxistibûna jinan hebe ev zîhniyeta qirêj nikare li ser piyan bisekine. Bi saya rihê yekitiya neteweyî ev encam derket holê.”