Ji Meclisa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn 2026-01-10 17:29:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.   Li hemberî metirsiya komkujiyê ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ev 3 rojin komên çeteyan bi hemû cure çekên giran êriş dikin, Meclisa  Gel a Şêxmeqsud bang li gel kir.   Di banga  ku bi  awayekî  nivîskî  hate belavkirin de wiha hat gotin: “Em bang li tevahiya gelê xwe yê  Şêxmeqsud  dikin ku derkevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya  Xalid Fecir û  li derdora birîndarên xwe kom bibin.