Dê qert û pirtûk ji girtiyan re bên şandin 2025-12-28 10:54:15   AMED - Dê PENA Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehan de qert û pirtûkan bişîne.    Bi munasebeta sala nû dê PENa Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehan de qert û pirtûkan bişîne. Di 29'ê Kanûnê de, roja duşemê saet di 13.00'ê de li Postaxaneya Mezin a Sûra Amedê wê qert û pirtûk ji nivîskarên girtî re bên şandin. PENa Kurd diyar kir ku wê tevlîbûna şandina ji bo qert û pirtûkan a ji bo nivîskarên girtî hêzê bide wan.