Çalakîya Dayikên Şemiyê di Hefteya 1084'an de ye 2025-12-27 14:10:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1084'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de, aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku 31 sal berê di binçavan de winda bûbû, hate pirsîn.   Dayikên Şemiyê ji bo cara 1084'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûbûn bipirsin û daxwaza darizandina sûcdaran kirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin û piştgiriya xwe nîşan dan.   Di çalakiya vê hefteyê li ser aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku piştî di sala 1997'an de li Amed hate binçavkirin û wîda bû sekinîn.   Jî xizma wîndayan Îkbal Eren, diyar kir ku ew ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.   Îkbal Eren çîroka windakirina Mehmet Ozdemir wîha vegot, "Mehmet Özdemir (44) li Dîyarbekirê dijiya. Bavê heşt zarokan bû, yek ji wan hîn nehatibû dinyayê. Berê çend caran hatibû binçavkirin, îşkenceyên giran lê hatibûn kirin û di binçavkirina xwe ya dawî de jê re hatibû gotin, 'Ger em te dîsa bigirin, em ê te bikujin.' Ev gef nîşan dide ku kiryara windakirina bi zorê ya ku di serdema piştre qewîmî amade kiribûn. Di 26'ê Kanûna 1997'an de, dema ku Mehmet Ozdemir li kafeyek Dîyarbekirê rûniştibû, ew bi zorê di otomobîlek Toros a spî de ji hêla kesên ku bêtêl û çekên lûledirêj hildigirtin ve li ber çavên gelek şahidan bi zorê hat revandin. Ev bûyer nikare wekî ku li derveyî zanîn û kontrola rayedarên dewletê qewimîbe were pênasekirin."   Biryara DMME'yê   Îkbal Eren diyar kir ku hevjîna Mehmet Ozdemir, Tenzile Ozdemir, bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Dîyarbekirê da. "Dozgeriyê bi hevoka 'Ew ji aliyê Daîreya Polîsan ve hatiye binçavkirin' mohr daxwaznameyê dA. Dema ku Mehmet ozdemir tevî dema binçavkirina wî ya qediya jî nehat dadgehê, Tenzile Ozdemir, digel Seroka Şaxa Dîyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan, careke din serî li dozgeriyê da. Vê carê, dozger îdia kir ku Ozdemir nehatiye binçavkirin û belgeya ku dibêje ew hatiye binçavkirin 'bi xeletî' hatiye dayîn. Tevî hemû serlêdanên malbat û Komeleya Mafên Mirovan, der barê Mehmet Ozdemir de tu agahiyeke din nehat wergirtin. Di 19'ê Kanûna Pêşîn a 2003'an de, Dozgeriya Giştî bêyî ku şahidên bûyerê bibihîze, biryara ne-darizandinê da. Îtîrazek li dijî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Siverekê ve jî hate redkirin. Ji ber ku di hewldanên xwe de têk çû, Tenzile Ozdemir serî li DMMEyê da.Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya 8'ê Çileya 2008'an de, bi yekdengî biryar da ku Tirkiye ji windabûn û mirina muhtemel a Mehmet Ozdemir berpirsiyar e.  Dadgehê bi eşkere destnîşan kir ku rayedarên dozgeriyê di lêpirsînê de xemsariyeke giran kirine û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin,” .   'Em ê dest ji têkoşînê bernedin'   Îkbal Eren got, "Tiştê ku divê di doza Mehmet Özdemir de were kirin ev e ku biryarên ne-darizandinê werin betalkirin, doz bêyî ku astengiyên demdirêj werin sepandin ji nû ve were vekirin û pêvajoyek lêpirsînê ya serbixwe, bêalî û bi bandor were meşandin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Mehmet ozdemir û hemû xizmên me yên winda bernedin."