Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna Sîdar Andok kirin 2025-12-25 16:33:58   AMED - Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê serdana şîna Nîhal Ay hat kirin û di şînê de gotin: “Em sarsaxiyê ji malbata xwe û Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan re dixwazin.”   Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) serdana şîna hunermenda Kurd Nîhal Ay (Sîdar Andok) a ku li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li mala şînê ya Çêrmûgiyan a taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê hate kirin.   Endamên MEBYA-DER, DEM Partî, DBP, TJA, Komeleya Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78'an, MA muzîkê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê û Şanogerên Koma Hinek Henek tevî şînê bûn. Beriya ku girse derbasî hundur bibe, dirûşmeya “Şehîd namirin” berzkir. Piştî ku girse derbasî hundur bû dua xwendin û ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane deqeyek rêzgirtin.   Rêvebera MEBYA-DERê Meyrem Soylû, li ser navê saziyê axivî û got: “Em di serî de xêrhatina hemû mêvanan dikin, ew kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane em minetdarên wan in. Em dibêjin heta ku yek nuqte xwîn di laşê me de hebe em ê li têkoşîna wan xwedî derkevin. Em cardin dibêjin serê malbata me, gelê Kurd û Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan sax be.”