Jinan li Belgefîlma 'Period. End of Sentence' temaşe kirin 2025-12-25 08:42:26   AMED - Li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, endamên Meclîsa Jinan û xebatkarên gerînendetiyê bi hev re kom bûn û belgefîlma “Period. End of Sentence.” temaşe kirin.   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê, piştî xebatên demdirêj û westandinekê, ji bo bêhnvedaneke biçûk bi hev re civiyan û belgefîlma navdar “Period. End of Sentence.” temaşe kirin. Ev belgefîlm balê dikişîne ser komek jinên li gundê Kathikhera ya navçeya Hapurê ya Hindistanê ku fêrî bikaranîna makîneyekê dibin, jin bi maliyeteke biçûk hewl didin pedên hîjyenîk hilberînin û di warê aborî de xweseriya xwe bi dest bixin.    Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar jî di vê çalakiya temaşekirina belgefîlmê de amade bû û bi jinên li pirtûkxaneyê amade temaşe kir.