Kakila hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwendin 2025-12-04 21:03:02   ENQERE- Kurtegirtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan redi civîna Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hatin aşkerakirin. Abdullah Ocalan got, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.   Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24’ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pê khat civîna xwe ya 19’emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman.  Civîna komîsyonê di rûniştina 2’emîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKP’ê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.   Numan Kurtulmuş diyar kir ku ev girtekên hevdîtinê parve nakin û şûna wê dê kurteya girtekên hevdîtinê parve bikin. Partiyên siyasî jî bi dorê mafê axaftinê girtin û bertek nîşanî vê rewşê dan. Endamê komîsyonê yê CHPê Murat Bakan axivî û destnîşan kir ku pirsigirêka Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ji demokrasiyê ve çareser dibe û got ku divê komar bê demokratîk kirin û girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bên parvekirin.   Endamê komîsyonê yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê ji raya giştî re bê parvekirin.   ‘Tişta ku ji gel tê veşartin rewa dibe?’   Endamê komîsyonê yê TÎP’ê Ahmet Şik jî bertek nîşanî parvenekirina girtekên hevdîtina li Îmraliyê da û wiha axivî: “Divê aştî civakî bibe. Komîsyona meclîsê ku îdia dike ku dê pirsgirêkeke dîrokî ya Kurd çareser bike. Lê dibêjin em girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve nakin. Ev yek nayê qebûl kirin. Hûn tenê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin û vê yekê netenê gel ji endamên meclîsê ku hûn berpirsyarin jî vedişêrin. Ma îradeya çareseriyê ev e? Tiştekî ku ji gel hat veşartin rewa dibe? Dema pêvajo destpê kir hemû qala provokatoran dike. Lê provokatorên serekê dadgeha ji xizmeta desthilat de ye. Çareserî demokratîkbûyin e. Bi van sepanan tiştek nayê çareserkirin. Ji ber wê jî girtekan parvebikin û dadgehê jî xweser bikin. Weke TÎP’ê heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin em ê di vê rûniştinê de derkevin.”   Endamê komîsyonê yê CHP’ê Mehmet Sezgîn Tanrikulu jî xwest girtekên hevdîtinê bên parvekirin û got ku heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin deste hezên li dijî pêvajoyê ne dê xurt bibe û ji bo pêvajoyê baş nabe.   Piştî axaftinan ji aliyê peywirdarê TBMM’ê Ahmet Bozkurt ve kurtegirteka hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwendin. Kurte girtek wiha ye: “Endamên komîsyonê li ser biryara komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan li ser têkiliya Kurd û Tirkan, gava bi wêrekî ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatiye avêtin û spas ji Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdoğan re kiriye.   Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ew li pişt sozên ku di destpêka pêvajoyê de da ye û dema şert û merc pêk werin derfetên teorîk û pratik ji bo pêkanîna wê guncav in. Abdullah Ocalan li ser tekiliyên xwişk-biratiya Tirk û Kurd û bingeha wê ya dîrokî rawestiyaye. Abdullah Ocalan gotiye wî dev jî rêbaza çekan berdaye û ew rêbaza siyasî hildibijêre. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye di çerçoveya banga 27ê Sibatê de divê hemû beşên rêxistinê çekên xwe berdin û vê biryarê jî ji aliyê gel vê bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan aniye ziman ku bandora wî li Sûriye û Iraqê jî heye.   Dema Fetî Yildiz bi bîr xist dema ew di dozê de hatibû mahkumkirin wî jî malbatên şehîdan temsîl dikir li ser vê yekê Abdullah Ocalan got ew li pişt gotinên xwe yên dema destê Devlet Bahçelî li hewan nehiştiye ye. Dema ku Huseyîn Yayman diyar kir ku ew bi hesasiyeta malbatên şehîdan hatine vir, Abdullah Ocalan bi lêv kir ku her mirina leşkerekî ji bo wî trajediyek e ku divê ev ciwan bi vî rengî nemirin. Divê em teqez li Tirkiye û herêmê çareseriyek bibinin û xemgîniya xwe ji çalakiya TUSAŞê e anî ziman.   Her wiha dema jê re hat gotin bikaranîna zimanê beriya Lozanê û makezagona 1924an pêvajoyê jêhrî dike. Her wiha jê re hatiye gotin ku herî dawî dema endamên PKKê ji Zapê vekişiyanê çek di deste wan de bûne û vê yekê di raya giştî de înfîal çêkiriye û li gor bangê tevnegeriyane. Her wiha jê re hatiye gotin ku divê HSDê li gor mutabakata 10ê Adarê tevbigere û divê ev jî ji bo Sûriyeyê bangeke nû bikin. Çek berdan hemû beşên PKKê eleqedar dike û her wiha hatiye gotin ku çavderî hene ku PKKê hezên xwe yên ji Iraqê vedikişînê dişînê Rojava. Jê re hatiye gotin ku ev yek ji banga wî ve nakok e. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan gotiye PKK ne tenê çekên di destê de ne divê di hişmendiya xwe de jî çekan dayne.   Abdullah Ocalan li ser vê yekê gotiye ew bi rêzdarî malbatên şehîdan dinêrê û gotinên Devlet Bahçelî ku bi bîr xistibû Abdullah Ocalan gotiye ez ji bo xizmetê amade me bi bîr xist û got ew li pişt gotina xwe ye û heke şert û merc pêk werin derfetên tekiliyan zêde bibin bi awayekî teorîk û pratîk dikare vê yekê pêk bîne.   Abdullah Ocalan derbarê daxuyaniya 27’ê Sibatê de, diyar kir ku wî sala borî wekî serkeftinek dîtiye û diyar kir ku di vê heyamê de tu şehîdek nehatiye windakirin û pevçûn çênebûne. Wî zêde kir ku destpêşxeriyek siyasî ya mezin hatiye bidestxistin, di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye û ew bawer dike ku di heyama pêş de hin pirsên mayî dê werin çareserkirin.   Li ser gotina weke heyetek ku rastiya dîrokê dizane heke Tirkiyeyek bêteror pêk were, li benda gavên pratîkî û şênber e, Abdullah Ocalan anî ziman ku ew li pey gavan û pêngavên pozîtîf e.   Li ser gotina di mijara gavên şênber de dijderketinek heye, ji ber ku rêxistinê navenda xwe ji Qendîlê biriye qada Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake divê ew bi xwe (Abdullah Ocalan) wekî serokê rêxistinê, ji bo her qadê talîmatên teqez bide û dema ku ev gav pêk werin dê rewşeke nû derkeve holê.   Abdullah Ocalan her wiha diyar kir ku we ev pirs dubare pirsî, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê  di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.   Li ser gotinên banga 27’ê Sibatê ne dewletek cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî ye, Abdullah Ocalan bi gotina “ERÊ, WISA YE” piştrast kir.   Gulistan Kiliç Koçyîgît jî pirsa ji bo Tevgera Jinan tiştek dibêjie yan na? li ser vê pirsê Abdullah Ocalan gotiye silavên min bêjin.   Piştî xwendina kurtegirtekên hevdîtinê Fetî Yildiz rabû ser xwe û got, ‘Li ser vê yekê heke em tiştek neyê gotin.’ Piştî Fetî Yildiz, Numan Kurtulmuş got tu rast dibêjî û civîn bi dawî kir.