Berîvan Kûtlû ji aliyê hezaran ve hat definkirin 2025-11-18 12:55:44   ŞIRNEX - Siyasetmedar û aktîvîsta TJA'yê Berîvan Kûtlû ji aliyê bi hezaran rêhevalên xwe û welatiyan ve hat definkirin. TJA'yê Bêrîvan Kûtlû weke şehîda demokrasiyê îlan kir.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû ku duh li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê jiyana xwe ji dest dabû serê sibehê ji aliyê sedan welatiyan ve li Cizîrê hat pêşwazîkirin. Li gel Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari bi sedan welatiyan li gel wesayîta cenaze berê xwe dan gundê Navyanê yê girêdayî Şirnexê.   Dema cenazeyê Bêrîvan Kûtlu gihîşt gundê Navyanê li vir ji aliyê hezaran jin û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Jinan cenazeyê Bêrîvan Kûtlû ku bi rengên keskekor hatibû xemilandin hilda ser milê xwe û heta goristana gund bi diruşmên, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku cenaze gihîşt nav goristanê wecîbeyên olî hatin pêkanînên û jinan ax avêt ser gora Bêrîvan Kûtlû.   Piştî cenaze hat definkirin, Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari got Bêrîvan Kûtlû ji bo azadiya gelê Kurd ji zarokatiyê pêde tev li xebatan bûye û wiha axivî: “Heya ku xeyalên Bêrîvanê pêk werin berxwedana me dê berdewam bike. Ew ala ku wê hildabû em ê her û her bilind bihêlin ta ku civakeke azad em diafirînin. Em soz didin hemû şehîdan em ê li vê axê aştiya gelan pêk bînin. Em dibêjin serê gelê me û malbatê saxbe.”   Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan da zanîn ku wan Bêrîvan Kûtlû weke şehîda demokrasiyê îlan kiriye û wiha got: “Heval Bêrîvan kolan bi kolan, gund bi gund, bajar bi bajar ji bo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd tekoşîn meşand. Her digot heya azadî neyê sekin û rawestandina me dê nebe. Em weke Tevgera Jinên Azad heval Bêrîvan şehîda demokrasiyê îlan dikin. Em dibêjin serê malbat, gelê Kurd, jinên Kurd û Rêbertiyê saxbe.”   Piştî axaftinan jinan gora Bêrîvan Kûtlû bi gul û kulîlkan xemiland.   Piştre girseya ku tevli merasîma cenazeyê Berîvan Kûtlû bû, ji bo şînê çû Silopyayê.