Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi kurdî cih girt 2025-11-17 15:37:13   ENQERE - Peyvên bi kurdî yên wekîlên DEM Partiyê ku di hevdîtinên budçeyê de kirin, cara ewil di girtekên Meclisê de cih girtin.    Hevdîtinên ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an, li komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê didomin. Di vê komîsyonê de li ser budçeya wezareta karên hundir û daîreyên girêdayî wê nîqaş tên kirin.    Wekîlê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî di hevdîtinan de mafê axaftinê girt, îşaret bi tayînkirina qeyûman a li bajarên Kurdistanê û kiriyarên wan kir û bertek nîşan da. Tîryakî, di vê navberê de ragihand ku li ser hesabê medyaya dijîtal a Şaredariya Xelfetiyê navê wê yê bi Kurdî ya “Şaredariya Xelfetiyê” hatiya rakirin.    Gotina “Şaredariya Xelfetiyê” ya Tiryakî bi lêv kiribû, di girtekên komîsyonê de bi Kurdî cih girt. Meclisa ku heta niha peyvên bi Kurdî weke “(…)” dihat qeydkirin û digot “Axêver gotinên ne bi Tirkî bi kar anî.” Lêbelê îcar peyvên bi Kurdî cih girt. Bi vê rewşê re Meclis cara ewil di girtekên xwe de peyvên bi Kurdî dinivîse.    Her wiha, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku Wekîla DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan bi kar anî di girtekan de cih negirt. Lêbelê peyvên weke “Jin kart" û "Xalê Behçet” tê de cih girt.