'Ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê binpêkirin bi dawî bibin' 2025-11-17 13:53:15 NAVENDA NÛÇEYAN - MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daxuyanî da û xwestin ku her kes bibe dengê girtiyên jin.    Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî da.    Êlih    TUAY-DER a Êlihê û TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratik e” hate hilgiritn. Metna hevpar ji hêla Hevberdevka TUAY-DER a Êlihê Nûriye Başçi ve hate xwendin.    Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û " Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.   Sêrt    Li Sêrtê jî bi pêşengtiya nûnertiya TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Revşan Arslan ve hate xwendin.    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.    Mêrsîn    Bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Metna hevpar ji hêla Hevseroka Çukurova TUAY-DER’ê Adalet Kuran xwend. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê, bi dirûşm û stranan bi dawî bû.     Colemêrg    Colemêrg TUHAY-DER’ê jî li navenda navçeya Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinê avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Colemêrg TUHAY-DER’ê Pinar Yilmaz ve hate xwendin.    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.   Wan    Wan TUHAY-DER’ê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê Rengîn Karaduman ve hate xwendin.   Amed    Daxuyaniya li Amedê li pêşiya edliyeyê hate dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û wêneyên jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” û dovîzên “Jin li ber xwe didin, dengê wan dîwaran derbas dikin”, “Jinên girtî li ber xwe didin” û “Di 25’ê Mijdarê de em bi jinên girtî re ne” hatin hilgirtin.    Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn axivî û da zanîn ku jin li dijî zextan têkoşîneke bênavber didin. Pinar Sakik Tekînê anî ziman ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li dijî girtiyan didomin, jin dev ji berxwedanê bernadin û got: “Her ku em hêviyê mezin dikin dê navê van xakan bibe aştî.”     Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma jî metna hevpar xwend. Metna hevpar wiha ye: “Dema ku em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin, têkoşîna li dijî neyeksaniyê, kedxwariyê û tundiya li hemberî jinan wateyeke wê ya dîrokî careke din derdikeve pêşberî me û disekine.  Piştî berxwedana Xwîşkên Mîrabelî 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinan, bes ne ji bo ku êşên wan ên paşerojê bibîrbînin, îro jî bûye navê parastina aştî, dadî û jiyanê.      Îro jî em vê daxuyaniyê li gorî rihê 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina alîkarî û bîranîna berxwedana birûmet a ku jin li her qadê didine ye. Pêkutiya li hemberî jinê, sînoran nas nake; dîwarên malan, kolanan, kargehan derbas dike û digihêje heta dîwarên zindanan. Bi taybetî jinên Kurd ên dîlgirtî hem ji ber nasnameya polîtîk, hem jî ji ber ku jin in bi îhlalkirinên mafan ên giran re rû bi rû ne. Kesên ku cezayên wan qediyane û nehatine berdan, ên mafê wan ên tenduristiyê hatine xespkirin, çîrokên jinên ji jiyana civakî û têkiliyan ve qut bûne, di pergala edaleta vî welatî de birîneke kûr îşaret dike. Binpêkirinên li girtîgehan ne takekesî ne, encama polîtîkayeke sîstematîk derdikeve pêşberî me.     Mînaka herî balkêş a vê polîtîkayê Garîbe Gezer a di sala 2021’ê de wefat kiribû, ku di Girtîgeha Kandirayê de rastî tundiyek sîstematîk û destdirêjiyê hatibû ye. Tiştên ku Garîbeyê jiya bû, di girtîgehan de tundiya li hemberî jinan, çi qasî kûr û nepen tê meşandin, bi awayekî jandar derxistiye pêşberî me.                                                   Dîsa di dema borî serdemê cuda de çîrokên jinên ku canê xwe dane ya jî rastî îhlalên giran hatine hene. Kesên gelek salan di şert û mercên dîlgirtî de tekoşîn dane û îro jî bi pirsgirêkên tenduristî ve jiyana xwe berdewam dike Aysel Tûglûk û gelek hevalên wê jinên siyasî, berdewamiya vê tabloyê li ber çavan radixe. Ev hemû jin, ne tenê mexdûriyetê, di heman demê de bîra berxwedaniyek birûmet ji me re mirat maye.   Koka vê berxwedaniyê pir kûr e. Di dîwarên zindanan de neketin qeydan lê ti carî rûmeta wan a nayê jibîrkirin mezin bû. Berxwedaniya bêhempa ya Sakîne Cansizê ya li Zindana Amedê, wêrekiya Leyla Qasimê ya li ber sêdarê, hîna jî sekna bibiryar a bêdeng wekî Maqbûle Ozbek, Besê Anûş û yên wekî wan olan dide. Gîtara ku ji deste Nûdem Dûrakê hatibû girtin, ji kesên ku xwestibûn denge jinan bitemirîne, wergeriya awaya azadiyê. Her yek ji wan ji me re ev mirata hişt; li ku derê dibe bila bibe, berxwedaniya jinê parastina jiyanê ye.    Îro li Îranê jî jin di hedefa heman polîtîkayên zext û tundiyê de ne. Wekî mînaka Jîna Emînî vîn û bedena jinê hîna jî di bin zextên dewletê de xuya dibe. Di zindanên Îranê de bi hezaran jin, bes ji bo nasnama xwe û daxwazên azadiyê girtî ne. Di nav wan de jinên wekî Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Atena Daemî û Spîdeh Reşo di bin şertên îşkenceya giran de têne ragirtin. Hinek ji wan gefa darvekirinê lê tê xwarin, hin ji wan di binê siya van gefan de canê xwe dane.                                                                       Dixwazin dengê jinan bitemirînin, lê ev zext tirsê nîne, werdigere berxwedaniyê. Li Îranê jinên ber bi sêdara îdamê ve dibin, temsîliyeta rûyê herî tehl ê zexta li ser bedena jinê ye. Lê ruxmî van hemû zextan jî, jinên Îranî bi qîrîna ‘Jin, jiyan, azadî’ bûn remza tekoşîna jinên hevpar a ku sînor derbas kiriye.     Tekoşîna jinan ne li girtîgehan, li kolanan, li malan û li her qadên jiyana civakî de di binê zextan de ye. Çîrokên jinan ên wekî Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Narîn Gezerê, li vê erdnîgariyê ji ber ku jin in çawa bi awayekî sîstematîk dikin hedef şanî me dide. Nedîtina kiryaran an jî parastina wan, berdewamiya zextên siyasî ya li ser jinan bi awayekî vekirî derdixîne pêşberî me. Pratîka van kuştin û windakirinan, tekoşîna jinan îro jî di navbera jiyan û mirinê de çawa wekî xeteke zirav de diçe dîsa tîne bîra me.    Tam jî bi vê sedemê, banga çareseriya demoqratîk û aştiyê ya ku Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de, lezgînî û wateya tekoşîna ku jin didin kûr dike. Heta polîtîkayên şer ên ji ber zextan dertên berdewam bike, jin dê hem li girtîgehan, hem lî li kolanan dê bibin hedef. Aştiya civakî û azadiya jinan bi vê banga ‘perspektîfa çareseriya demoqratîk’ ve rasterast girêdayî ye.    Wekî jinan, em dizanin ku; bi dawîbûna tecrîdê, pêvajoyek vekirina rêyên çareserî û diyalogê, tê wateya ji kokê hejandina zextên li hemberî jinan e. Em îro yên ku ji mîrata vê berxwedaniyê hêzê digirin, dîsa bang dikin; hemû cureyên zextên li ser jinan nemînin û jin jiyaneke bi azad bijîn pêkan e. Ev jiyan tenê bi wekheviyê, edaletê û demokrasiya xwe dispêre Civaka Demokratîk pêkan e.  Em wekî jin dizanin ku cîhanek bi aştî, azadî û bêtundî pêkan e. Û heta ku em vê jiyanê bi Civaka Demokratîk re ava bikin, wê tokoşîna me berdewam be. Jin, jiyan, azadî.”    Paştî daxuyaniyê Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku li girtîgehan îşkence berdewam dike û got: “Li ser girtiyên nexweş astengî hene, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Çawa ku li derve tê xwestin vîna gel were tunekirin, di heman demê de tê xwestin li girtîgehan jî vîna hevalên me girtî bê şikandin. Tundiya li ser civakê tê kirin, nîşana tundiya li ser girtiyan e. Lê girtiyên jin serî natewînin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd bandora xwe li ser girtêgehan dike. Azadiya jinên girtî bi destê lîjneyan girtîgehan tên astengkirin. Divê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Heta ku tevahiya girtiyan werin berdan wê têkoşîna me berdewam bike.”   Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.