Têkoşîna li dijî şîdetê nîqaş kirin 2025-11-16 14:48:15     DÎLOK  -  Di atolyeya ku TJA’yê  li Dîlokê li dar xist de têkoşîna li dijî şîdetê hati nîqaşkirin.    Çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA), ên k udi çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de li dar dixe berdewam dike. Li Dîlokê jî TJA’yê “Bi Civaka Demokratik Ber Bi Jiyana Azade Be Tundî” atolyeyek li darxistin. Li navçeya Şahînbeyê gelek jin di atölyeye de hatin cem hev. Di atölyeye de ewil dîroka 25ê Mijdarê hate nîqakirin. Piştre jî jinan têkoşîna li dijî şîdetê nîqaş kirin. Jinan mînakên şîdetê k udi jiyana rojane de rû bi rû dimînin parvekirin, mînak dan. Herî dawî jinan bal kişandin li ser girîngiya têkoşîna hevpar.