Li Îranê her ku diçe darvekirin zêde dibin 2025-11-11 16:51:34     NAVENDA NÛÇEYAN -Li Îranê ji destpêka meha Mijdarê û vir ve 165 kes hatin darvekirin, ev hejmar ji destpêka 2025’an û vir ve ji hezar û 300 derbas kir.   Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 94’emîn de li 54 girtîgehên li seranserê Îranê berdewam kir.   Beşdaran, kesên di serhildana Mijdara 2019’an de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha gotin: “Ji hatina ser desthilatê ya dîktatoriya Welayet-i Feqîh di meha Sibata 1979’an de heta serhildana Mijdara 2019’an, ji serhildana seranserê welat a 2022’an bigre heta roja me ya îro, gelê Îranê di rêya azadî û rûmeta mirovahiyê de berdelên mezin daye. Zext, cudakarî û qetlîamên ku dehan sal in didome, nekarî îradeya gel a ji bo azadî û rizgariyê bêdeng bike.”   Kampanyayê, ragihand ku ji destpêka meha Mijdara îsal ve 165 kes li girtîgehên Îranê hatine darvekirin û tenê hefteya borî 72 kes hatin darvekirin. Kampanyayê, diyar kir ku di 2-3’ê Mijdarê de yek jê jin 29 kes hat darvekirin. Beşdaran, destnîşan kirin ku daneyên fermi nîşan didin ku ji destpêka sala 2025’an û vir ve li Îranê zêdetirî hezar û 313 kes hatine darvekirin û ev hejmara tirsnak asayîkirina mirinê ya di bin siya bêedaletiyê de nîşan dide.   Berfirehiya daxuyaniya girtiyan wiha ye:   “Em wek Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’, kesên ku di serhildana Mijdara 2019’an de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û diyar dikin ku ji sala 1979’an vir ve têkoşîna gelê Îranê ya ji bo azadî û rûmetê berdewam dike. Ji hatina ser desthilatê ya dîktatoriya Welayet-i Feqîh di meha Sibata 1979’an de heta serhildana Mijdara 2019’an, ji serhildana seranserê welat a 2022’an bigre heta roja me ya îro, gelê Îranê di rêya azadî û rûmeta mirovahiyê de berdelên mezin daye. Zext, cudakarî û qetlîamên ku dehan sal in didome, nekarî îradeya gel a ji bo azadî û rizgariyê bêdeng bike.   Di van rojan de girtiyê siyasî Reza Abdalî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye û girtiyên binavê Ehsan Afar?ta û Mehdi Farid piştî îşkence kirine, bi darê zorê ji Girtîgeha Evînê birin cihekî nediyar. Zexta civakî di nava xizanan de dibe sedema bertekên trajîk ên mîna xweşewitandinê; Kourosh Kheiri ji Xurramabadê û xwendekar Ehmed Baladî ya ji Ahvazê, xwe şewitandin û dawî li jiyana xwe anîn.   Ev hikûmeta ku dixwaze dengê nerazîbûnê, bi darvekirin û zextê bêdeng bike, di rojên aloz, xeternak û qeyranê ya li Îranê de, darvekirin bi awayekî berbelav zêde kiriye. Tenê ji destpêka meha Mijdara ya îsal ve 165 kes hatine darvekirin û her wiha tenê hefteya borî 72 hatin darvekirin. Li gorî daneyan di 2-3’ê Mijdarê de yek jê jin 29 kes hat darvekirin û ji destpêka sala 2025’an û vir ve li Îranê zêdetirî hezar û 313 hatin darvekirin.”   Kampanyayê, di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Tu hikûmet nikare dengê rastî û azadiyê, bi darvekirinê bêdeng bike. Bêdengî hevkariya qetilkirina kesên bêgunehe.”