Li Heleb û Şedadê çalakiyên 25ˊê Mijdarê 2025-11-10 16:36:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya nêzbûna 25ˊê Mijdarê, Kongra Star dewreyeke perwerdê ji bo mêran li Şedadê vekir, hemwextî wê jî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kulîlk li karkerên jin hatin belavkirin.   Bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Kongra Star dewreyeke perwerdê ji mêran re li hola Meclisa Bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê heta 3 rojan vekir. Di dewreyê de nûnerên komîn, sazî, partî û komîteyên li bajarê amade bûn.   Çalakiya dewereyê ya roja yekemîn bi dayîna semînerekê dest pê kir. endama Komîteya Şopandonê ya Kongra Star Hediye El Hemze semîner bi rê ve bir. Di semînerê de behsa yasaya malbatê, têgehên zewacê û berdanê, rêbazên parastina aramiya malbatê û pêşxistina rola jinan di hundirê civakê de hat kirin.   Hediye diyar kir ku armanc ji hevpeymana zewacê avakirina malbateke hevgirtî ya li ser bingehîna rêzgirtinê ye û amaje bi wê yekê kir ku yasa mafên her du aliyan misoger dike û têkiliyên zewacê bi rêxistin dike.   Têkildarî berdanê jî Hediye got ew bidawîbûna hevpeymana zewacê ye û li gorî rêûresmên yasayê ku mafên her du aliyan diparêze pêk tê.   Hediye anî ziman ku pêşxistina hişmendiya mêran bi rola wan a berevaniya malbatê û beşdariya wan di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de pêk tê û gaveke bingehîn a avakirina civakeke adilane û wekhev e.   Roja yekemîn a dewreyê bi pêwîstiya bilindkirina hişmendiya civakê bi rêya çalakiyên berdewam ên sînordarkirina tundiya malbatê û bicihanîna pransîbên wekhehvî û edaleta civakî li herêmê, bi dawî bû.   Heleb   Girêdayî mijarê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan bi hevkariya Weqfa Jina Azad û endamên Meclisa Jinan a Taxa Şêxmeqûsdê kulîlk li karkerên jin belav kirin û gera xwe de diyar kir ku ew tundiya li dijî jinan red dikin û hewl didin rola jinan di tevahî waran de bi pêş bixin.   Ev çalakî, di çarçoveya rêzeçalakiyên hemwextî nêzbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan de pêk hat. Rêxistinê û Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê serdana kargehên durûtinê yên li taxa Şêxmeqsûd kir û rewşa karkeran şopand.