ROJEVA 9'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-09 09:00:00     *Dayika Aştiyê Saadet Cîn, kurekî wê tevli PKK’ê dibe û jiyana xwe ji dest dide. Kureki wê jî cezayê muebetê lê tê birîn û yek jî tê surgunkirin. Tevî hemû zextan Saadet Cîn bi gotina "berxwedan jiyane" têdikoşe. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Bahar Aksu ji aliyê Rustem Elîbol û sê hevalên wî ve hat qetilkirin. Jinan ji bo Bahar Aksu dengê xwe bilind kirin û gotin: “Ev mirov  5-6 sal in  di nav me de ne. Divê em mirov ji girtîgehê dernekevin. Yekane polîtîka ji bo jinan derdixin ev e ; em ê çawa zarokan bînin dinê, çawa bizewicin. Lê em li dijî vê ji wna re dibêjin ku hûn ji bo jin neyên qetilkirin çi dikin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka DEM Partî ya Fatîhê Serenay Ulaşan der barê kampanya ‘rêxitinkirînê’ ya jin û ciwanan daye destpêkirin de axivî û got: “Ev kampanya ne tenê banga rêxistibûnê ye di heman demê de îradeya gotinê ya jinan e. Jin hebe veguherîn pêkan e.”  DÎMEN HEYE   *"Di demên ku mafê nivîsê dan mêran, nivîsandina jinan li aliyekî, nehiştin xwendin û nivîsandinê jî fêr bibin. Li her derê cîhanê li pêş seruvena nivîsandina jinan astengî hebûn û jinan li dijî vê têkoşîna xwe domandine." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Zeynep Kiliç a ji aliyê qeyûmê ku tayînê şaredariya Dêrsîmê bû ve  ji kar hat derxistin wiha got: “Ji kar avêtin ji qadên çand û civakî dest pê kirin. Dema qeyûmê berê de jî pêvajoyek wisa hat jiyîn. Heta daxwazên me neyên cih em ê çalakiya xwe bidomînin.” BI DÎMEN