Depoyên genim ên li ser rêya Sirînê hatin bombebarankirin 2024-12-21 18:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi balafirên bê mirov (SÎHA) depoyên genim ên li ser rêya Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kirin.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), balafirên bêmirov (SÎHA)  ên artêşa dewleta Tirk depoyên genim ên li ser rêya bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirine.