Li Şemrexê agir bi daristanê ket 2026-06-22 12:25:51   MÊRDÎN - Li gundê Dêşan ê Şemrezê agir bi qada daristanî ket.    Li gundê Dêşan ê navçeya Şemrex a Mêrdînê, agir bi qada daristanî ket. Ewilî welatiyan mudaxileyî şewatê kir. Paşê tîmên agirkujiyê hatin. Piştî agir berbelav bû, tîmên Midûriyeta Daristanan jî sewqî herêmê hat kirin.   Piştî mudaxileyeke dûrûdirêj agir hat kontrolkirin û li herêmê xebatên cemidandinê hatin destpêkirin.   Di şewatê de gelek dar şewitîn.