Makbûle Atalan a Bacinê: Em bi hev re vê projeyê rawestînin 2026-05-27 09:02:37   MÊRDÎN - Makbûle Atalan a 66 salî ya li gundê Bacinê ya Mîdyadê dijî der barê projeya GES’ê de ji ajansa me re axivî û got: “Em ji bo li dijî vê projeyê derkevin hatin vir. Bila her kes bê vir. Em bi hev re vê projeyê rawestînin.”   Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê li gundê Bacinê ya Êzidî lê dijîn, ji aliyê Şîrketa Anonîm a Depokirin û Hilberîna Enerjiyê ya Exen Solar ve Santrala Enerjiya Rojê (GES) tê çekirin. Bi vê projeyê  mêrga gundiyan hedef tê girtin. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê jî biryara ‘Hewce bi ÇED’ê tuneye’ da. Li dijî vê biryarê gundiyan doz vekirin. 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz red kir.   Welatiyan doz birin Daniştayê û 4’emîn Daîreya Daniştayê di 12’ê Adarê de biryara dadgeha herêmî di cih de dît û serlêdan red kir.   Hewce bike wê bibin DMME’ê   Gundiyên Bacinê diyar kirin ku cihê ku tê xwesetin GES lê bê çêkirin axa gund e û gotin hewce bikin wê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).   Makbûle Atalan a ji Bacinê ya di navbera salên 1986-1987’an de koçî Elmanyayê kir da zanîn ku ew projeyê naxwazin.   ‘Ev axa me ye’   Makbûle Atalan a 66 salî da zanîn ku 40 sal berê koçî Ewropayê kirine û got 7 zarokên wê ne 3 heb li Elmanyayê hatine dinê û wiha pê de çû: “Em ji Bacinê ne. Ev der axa me ye. Wan salan em neçar man ji gund derkevin lê ev der axa me ye.  Em her sal tên gundê xwe. Em her sal Çarşema Sor li vir pîroz dikin.”   ‘Em di 1986’an de çûn Elmanyayê’   Makbûle Atalan wiha dawî lê anî: “Kal û bavên me ji vî gundî ne. Me di 1986’an de koçî Elmanyayê kir. Ev 40 sal in em li wir in. Em li dijî vê projeyê ne. Em naxwazin li vir proje bê çêkirin û gundê me bê tunekirin. Em ji bo li dijî vê bisekinin hatin vir. Bila her kes bê vir.”