Li Gimgimê nobeta JES’ê:Em xweza xwe ji talanê re nahêlin 2026-05-19 18:01:38   MÛŞ – Nûnertiya OHD’ê ya Mûşê, ji bo piştevaniya bi nobeta li dijî JES’ê li Gimgimê hatiye destpêkirin, çû serdana çalakvanan.   Çalakiya nobetê ya li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a tê payin li gundê Xwarikê yê Gimgim a Mûşê bikeve meriyetê hatiye destpêkirin, di roja 17’an de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin. Li qada çalakiyê pankartên “Kedxwariyê neke, xwezayê tune neke” û No hard mîrasê kal û bavikan o. Bavokê ameyoxî yo, JES newazenîme" hatin daliqandin. Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mûşê, Meclisa Îzmîrê ya Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û gelek welatî ji bo piştevaniyê çûn serdana çalakvanan.   Li cihê nobetê daxuyanî hate dayin. Endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun di daxuyaniyê de got ku dê di 20’ê Gulanê de ji bo kolandina sondajê xebat bên destpêkirin û got: “Lê heta niha jî ji bo kolandinê tu amadekariyek nehatiye kirin. Lê dîsa jî divê em tevdîran bigirin.”   ‘Em ê pêvajoyê bişopînin’   Endamê Nûnertiya OHD’ê ya Mûşê Servet Ekmekçî jî got ew piştgiriyê didin gelê li ber xwe dide. Ekmekçî, xala 2’yemîn a Destûra Bingehîn bi bîr xist û got divê dewlet li dijî talankirina xwezayê bisekine. Ekmekçî, diyar kir ku ew ê rê nedin talanê û dê heta dawiyê pêvajoya hiqûqî bişopînin.     Şêniyên gundên Sofyan û Reqasanê nobet dewr girtin. Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.