Li dijî yekrengiya jiyanê, bi şalgerdanê bertek nîşan da 2018-02-11 09:47:45   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ulku Şeyda Solmaz diyar kir ku divê her kes îtîraza xwe bi sembolekê bîne ziman û li dijî pêkanîna cilên yekreng a li girtîgehan hatiye destpêkirin, bi şalgerdana spî bertek nîşan dide.   Ulku Şeyda Solmaz bi şalgerdana spî ya avêtiye stûyê xwe, li dijî pêkanîna cilên yekreng, berteka xwe tîne ziman.  Ulku da zanîn ku ev berteka wê bi taybet ji bo pêkanîna cilên yekreng a li girtîgehan ketiye meriyetê ye. Ulku her wiha di Koordînasyona Dijberî Cilên YekReng a Îzmîrê de cih digire.   Ulkuyê bi lêv kir ku dewlet bi mantika ‘dîlgirtinê’  nêzî girtiyên siyasî dibe û got bi ferzkirina pêkanîna cilên yekreng hewl dide serî bi wan bidin tewandin û pêkanîn ji bo bênasnamekirina girtiyan e.   ‘Dixwazin mirovan bi rêve bibin’   Ulkuyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Pêkanîna wê li girtîgehan dest pê bike, wê heta pergala perwerdeyê û heta hemû qadên jiyanê yên jinan bi bandor be. Girtiyên siyasî wê bi berxwedanê bersivê bidin vê ferzkirinê. Li dijî pêkanîna cilên yekreng serî hildan, wek serî hildana li dijî pergala faşîst e. Dixwazin mirovan bi rêve bibin. Hemû fikrên afirîner û dijberên wan tune dikin.”   Ulkuyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî vê pêkanînê berxwe bidin û got li dijî şîdeta li ser jinê derketin, li dijî dagikirina Efrînê derketin û li dijî pêkanîna cilên yekreng derketin wê wan bîne cem hev û got: “Faşîzm ditirse ji ber nikarin me bêdeng bikin.  Divê her kes îtîraza xwe bi sembolekê bîne ziman. Divê vê cîhana ber bi paşverûtiyê ve diçe qebûl neke.    Ji ber vê min şalgerdana spî avêt sûtiyê xwe.”