Polîsan êrîşî girseya li ber TTB'ê kirin 2018-01-30 13:37:02   ENQERE - Rêxistinên girseya demokratîk ji bo binçavkirinên TTB'ê hatin ber deriyê wê û polîsa êrîşî wan kir.    Endamên Konseya Navendê yên Yekîtiya Tabipên Tirk (TTB) ji ber ku bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan, di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin. Rêxistinên girseya demokratîk xwestin derbarê binçavkirinan de daxuyaniyê bidin lê polîsan êrîşî wan kirin. Di dema êrîşan de polîsan gotinên zayendperest ji jinan re kirin.