Jinên Turkmen ê Efrînî: Tu ji me çi dixwazî Erdogan? 2018-01-25 13:10:21   EFRÎN - Jinên Turkmen û Arnavûtî êrîşên li dijî kantona Efrînê şermezar kirin. Jinan ev peyama ji Erdogan re şandin:"Efrîn ji te natirse!"   Erîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê didome. Li Efrîna ku gelên Kurd, Ermenî, Ereb û Tirk bi hev re dijîn gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Jinên Tirkmen ên Efrînê anîn ziman ku li dijî van êrîşana ew hustên xwe natewînin.   Rêvebira Meclîsa Gel a Şehbayê Cîhan Xidiro anî ziman ku di encama êrîşên li ser sîvîlan de gelên Ereb û Tirkmen jî jiyana xwe ji dest dane û got:"A niha li vir serîhildanek mezin heye. Kesekî Efrîn terk nekir. Di êrîşan de sîvîl hedef tên girtin. Ez li vir bang li hemû dewletan dikim, em ê hemû li ba Hêzên QSD'ê bisekinin. Dewleta Tirk heta a niha neket nava axa me ew ê nikaribe têkevê jî."   Jina Tirkmen a bi navê Sabah Hemuş jî bang li Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan kir û got:"Cegera me şewitî bila cegera te jî bişewite."   Ayşe Suleyman a Tirkmen hêrsa xwe û tiştên ku jiyaye ancax bi van peyvana anî ziman:"Erdogan li me dixe. Erdoganê xaîn."   Emîne Çombeyî ya Arnavutî jî wiha got:"Tu ji me çi dixwazî Erdogan? Tê nikaribe nêzî Efrînê bibe, Efrîn ji te natirse, ciwanên Efrînê ji te natirse. Êdî bese Erdogan, heta ku YPJ/YPG hebe em ji te natirsin."