Dayikên Aştiyê: Efrîn jî wê wekî Kobanê bi ser keve 2018-01-25 09:26:27   AMED - Dayikên Aştiyê yên Amedê êrîşa ku li dijî Efrînê tê kirin şermezar kirin û gotin ku armanca Erdogan ew e ku kurdan biqedîne, lê her carê êrîşên wî vala tên derxistin. Ji bo vê jî mînaka herî baş berxwedana Kobanê ye. Efrîn jî wê wekî Kobanê bi ser keve.     Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê di roja 5’an de berdewam dikin. Di encama êrîşên ku hat kirin de bi dehan sîvîl hatin qetilkirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Li her deverê Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşên ku li dijî Efrînê tên kirin tên şermezarkirin. Dayikên Aştiyê yên Amedê li dijî êrîşa Efrînê tê kirin bertek nîşan dan û êrîş şermezar kirin. Dayikan anî ziman ku armanca Tayyip Erdogan a ji van êrîşan ew e ku kurdan biqedîne, lê her carê êrîşên wî vala tên derxistin. Ji bo vê mînaka herî berbiçav berxwedana Kobanê ye. Efrîn jî wê wekî Kobanê bi ser keve.   Dayika Aştiyê ya Amedê Rahîme Çelîk di serî de êrîşa li dijî Efrînê tê kirin şermezar kir û got ku ew şerê ku li dijî Efrînê tê kirin qebûl nakin û naxwazin tu kes bimire û wiha got: “Armanca Erdogan ew e ku hemû kurdan biqedîne û li wir îktîdara xwe ava bike. Lewra jî li wir şerek daye destpêkirin. Lê belê em jî dibêjin ku gelê kurd tu carî naqede. Berovajî wê kurd wê zêdetir bi hêz bibin û wê Efrînê ji Erdogan re nehêlin. Banga me ji gelê kurd  ew e ku Efrînê bi tenê nehêlin û xwedî li Efrînê derkevin. Divê em li dijî hemû qedexeyan dîsa jî rabin  ser piyan. Erdogan bi qedexekirina çalakiyan dixwaze ku gelê kurd bitirsîne. Lê  ez jî dibêjim ku gelê kurd li dijî van hemû astengiyan wê derbikeve kolanan.”   ‘Ev doza man û nemanê ye’   Dayika Aştiyê ya Amedê Elmas Ateş jî anî ziman ku bi salane îktîdara AKP’ê li ser gelê kurd şer dide meşandin û bi vî awayî dixwaze kurdan biqedîne. Elmasê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Lê belê bila îktîdara AKP’ê baş bizanibe ku em kurd naqedin. Berovajî wê kurd her ku roj diçe zêde dibin. Em kurd li dijî êrîşa li ser Efrînê çi ji destên me bê em ê bikin. Ji ber vê jî divê hemû gelê kurd ji bo Efrînê rabe li  ser piyan. Ger ku em deng ji vê rewşê re dernexin dibe ku tiştên gelek xirab biqewimin. Ev doz doza man û nemanê ye. Çima li cihekî din şer tuneye li Rojhilata Navîn xwîn diherike û mirov tên kûştin.”   ‘Wê îro jî Efrîn wekî Kobanê bi ser keve’   Dayika Aştiyê Selma Polat jî got ev şerê qirêj ji bo çi ye? Selma anî ziman ku bi şerê li ser kurdan tê kirin dixwazin kurdan îmha bikin û ev tişt got: “3-4 sal berê li dijî Kobanê jî şerek hebû. Di şerê Kobanê  de hikumeta tirk winda kir. Erdogan wê demê digot ‘Kobanê ket, dikeve’. Lê belê Kobanê neket berovajê wê Kobanê rabû ser piyan û bi ser ket. Wê îro jî Efrîn wekî Kobanê bi ser keve. Êdî bila dawî li vî şerî were û em naxwazin ku cenaze bi ser me de bên. Ne şeva me şev e û ne jî roja me roj e. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im bila îro ji bo Efrînê rabin ser piyan.”   ‘Sibê dibe ku dora wan be’   Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey jî bang li cîhanê kir û da zanîn ku bila tu kes fîlmên ker û koran nelêyzin, bila çavên xwe vekin û bila rastiyan bibînin. Raîfeyê wiha domand: “Sûcê kurdan çi ye? Ma wê her dem kurd di nava şer de bin. Li Rojava bi tunekirina DAÎŞ'ê gelek xwîn rijiya, gelek bedel dan. Lê belê bi sedan keç û xortên kurd ji bo axa Sûriyeyê û ji bo axa xwe Rojavayê Kurdistanê canê xwe dan. Bi şeytaniya Rûsya û Emerîqayê Tirkiye êrîşî Efrînê dike. Bila hemû kes xwedî li Efrînê derkeve. Kurdên ku pişta xwe dane AKP’ê bila dest bidin ser wicdanê xwe û xwedî li Efrînê derkevin. Îro dora gelê Efrînê ye lê belê sibê dibe ku dora wan be.”   ‘Kobanê serî rakir û Erdogan ket’   Herî dawî jî Dayika Aştiyê Hesîne Guler axivî û wê jî got ku ji ber ku li dijî Efrînê şer tê kirin û di encamê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn xew nakeve çavên wê û gelek ne rehet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ol û wîcdanê me vî tiştî qebûl nake. Lê Erdogan qebûl dike. Erdogan çi ji gelê kurd ê Efrînê dixwaze? Erdogan ev bi salane li ser gelê kurd şerekî qirêj ê polîtîqaya xwe dimeşîne. Lê belê armanca Erdogan tim vala derdikeve. Ji ber ku gelê kurd li dijî vê şerî dertê û nahêle ku bigihîje armanca xwe. Mînaka wê ya herê baş jî Kobanê ye. Kobanê serî rakir û Erdogan ket.”